Li Fransayê 'Planeke êrişê ya ji Iraq-Sûriyeyê' hate astengkirin

Hate îdîakirin ku li Fransayê plana êrişeke ku tê gotin ji Fransa û Sûriyeyê hatiye birêvebirin hatiye têkbirin.

Li gorî nûçeya radyoya Europe 1, li herêma Brest a li bajarê Fînîstere ya li bakur rojavayê welêt 7 kesên ku amadekariya êrişê dikirin hatin girtin. Hate îdîakirin ku di nava kesên girtî de hin kesên beriya niha bi gumana 'ji bo ewlekariya dewletê metirsîdar in' ji aliyê îstîxbarata Fransayê ve hatibûn qeydkirin, hene. Tê îdîakirin ku pêwendiya kesên hatin girtin bi komên Îslamî yên tundrew re hene.

Li gorî îdîayê ku agahiyên xwe dispêre rêxistinê îstîxbaratê ya bi navê Dîrektoriya Giştî ya Ewlekariya Navxweyî (DGSI), kesên hatin girtin amadekariya êrişekê dikirin ku ji Iraq û Sûriyeyê dihate birêvebirin. Di nûçeyê de hate ragihandin ku lêpirsîna kesên hatine girtin dewam dike.

Li Fransayê di Çileya 2015'an de bi komkujiya li kovara Chasrlîe Hebdo êrişên Îslamî yên tundrew dest pê kiribûn û ji hingî ve 255 kesan jiyana xwe ji dest dan.