Halîm Dener li cihê ku hatî qetilkirin hate bibîranîn

Li Hannoverê ya Elmanyayê Halîm Dener ê ku 30'ê Hezîrana 1994'an dema ku afîşa ERNK'ê dadileqan ji hêla polîsên Elman ve hatî qetilkirin hate bibîranîn. Di axftinan de hate xwestin ku qedexeya li ser PKK'ê demilddest rabe.

Ciwanê Kurd Halîm Dener ê 16 salî, ku 1994'an dema ku afîşa ERNK'ê dadileqand ji hêla polîsên Elman ve hatî qetilkirin, li cihê ku hatî qetilkirin hate bibîranîn.

Bîranîna li Meydana Steîntorê ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.  Dema bîranînê pankareteke mezin a bi wêneyê Halîm Dener hate daleqandin û du pankartên mezin hatin hilgirtin. Her wiha saziyên ku tevlî bîranînê bûn, ala û smebolên wan jî hatin vekirin, pankarteke mezin ê Zîlan (Zeynep Kinacî), ku 30'ê Hezîrana 1996'an li Dersimê çalakiya fedayî kirî û yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser, hate daleqandin.

Di bîranînê de ku JXK û YXK'ê xebata wê rê ve brin, pêkhateyên Kampanyaya Halîm Dener organîze kirin, li ser navê partî û ınsîyatîvên weke , IL (Interventionistische Linke), Rote Hilfe, Antifaschistische Gruppe Hannover, Die Linke, Yeşiller û  Insîyatîva Black Lıves Matter axaftin hatin kirin. Di bîranînê de nameya ku birayê Dener şandî hate xwendin.

Di nameyê de, ku birayê Dener Aydin Dener şandibû, hate gotin: ''Dema ku birayê min mirî ez 6 salî bûm. Ji ber vê bîranînên derheqê birayê min pir nayên bîra min. Tişta ku tê bîra min, dema ku cenazeyê birayê min hatî gund, gelek leşker hebûn. Pir baş bi bîra min tê, ji bo Halîm ê rehetî êşeke giran a diya min hebû. Diya min bi salan êş kişand, ji bo nasandina birayê min hewceyî bi zêde gotinan nîne. Wî nedadmendî qebûl nedikir. Ji bo ku neheqî qebûl nedikir kete rêyeke dî. Vê rêyê ew bire welatekî dî.  Li wir hate qetilkirin. Em bi êşeke mezin bûn. Helbet divê em heq ji êşan derkevin û kesên ku tevlî bîranînê bûne mala wan hemûyan ava. We slav dikim û şehîd namirin.''

Yek ji damezirandeyê Kampanyaya Halîm Dener Ayfer Kahraman jî got armanca wan ew e ku Dener bi rengekî ku heq dike bi bîr bînin, bîranîna wî zindî hibêlin û dadmendî pêk were.

Kahraman got, ew vê ne tenê weke civaka Kurd armanc dikin, hewl didin ku rêxistiniya Kurd û Elman jî xurt bikin û got, 'Ji ber ku Halîm Dener ji hêla polîsekî Elman ve hate kuştin û nîşan nêzîkatiya dewleta Elman a li  Kurdan û derdorê çapgir bû''

Berdevka Meclîsa Jinan a Ronahî Aliye Ekîncî jî got ji ber polîsê kujerê Dener nehatiye darizandin, ew dewleta Elman şermezar dkin.

Berdevkê Black Lîves Matter (Jiyana Reş Girîng e) Leon Enrîque jî di kuştina Halîm Dener de heta ku hiqûq bi cih eyê her salvegera qtilkirina wî ew ê li hiqûqê bigerin.

Nûnerê Tevgera Ciwanên Azad jî soz dan ku Dener li her qada jiyanê bidin jiyîn, têkoşîna ji bo hiqûqê wê bidome.