Greva li Strasboûrgê di roja 16’an de ye

Grava birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveker ku ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransa hatibû destpêkirin, di roja 16’an de dewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasboûrgê hatibû destpêkirin bi roja ketina sala nû re di roja 16’an de dewam dike. Ji gelek welatên Ewropa serdana ji bo çalakiyê jî dewam e.

Welatiyên ji bajarên Cenevre, Îngîltere, Polonya, Çekya, bajarên Pforzeîm û Freîbûrg ê Elmanyayê hatibûn, , anî ziman ku xwedî li çalakiyê derdikevin û piştgirî dikin.

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo serê salê jî şahiyek hate kirin. Koma Berxwedan a di aktivîteyê de cih girt, bi stranên şoreşgerî piştgirî dan çalakiyê.

‘DIBE RÊ LI BER ZIYANÊN HERDEMÎ VEKE’

Di roja yekem a sala nû de Roj Sor a Kurdistanê serdana çalakvanan kir. Serokê Roja Sor a Kurdistanê Dr. AlexandereKoroglû da nîşandan ku di meîneyên li çalakvanan kir de gihiştine wê yekê ku sempotên ku rê li ber ziyanên herdemî yên çalakvanan vekin. Koroglû anî ziman ku windakirina kêloyan di asta asayî de ye, her wiha windahiya mîneral û vîtamînan a çalakvanan jî derketiye pêş.