Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê: Semptomên rîskê çêbikin hene

Di çalakvanên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê ya Fransayê de, ku ev 20 roj in didome, gelek semptomên asayî hatin dîtin, tê gotin di hin çalakgeran de jî semptomin hatine dîtin  dikarin rîskê çêbikin.

Di çalakvanên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê ya Fransayê de, ku ev 20 roj in didome, gelek semptomên asayî hatin dîtin, tê gotin di hin çalakgeran de jî semptomin hatine dîtin  dikarin rîskê çêbikin.

15 çalakgerên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ketine greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger her roj ji hêla Dr. Fahrettîn Gulşen ve têne mieyenekirin. Gulşen ku her gav li rewşa çalakgeran dibnere, got, serdan ji bo moralê baş e lê hin qaîde hene  û divê mirov li wan baldar be.

4-7 KÎLOYAN LI XWE ŞIKANDIN

Dr. Gulşen got çalekgeran 4-7 kîloyan li xwe şiKandine û diyar kir, bêhalî, westandin bi çalakgeran re çêbûye û her wiha nirxên şekir ê xwînê guherîne. Gulşen bi domdarî got rajena hin çalakgeran ne normal e, zikê hinan ji wan diêşe û serêşişya wan zêde bûye.

Gulşen her wiha diyar kir, li gel van di sîstema urînerê de şewat jî çêdibin, li gorî birçîbûnê li cem hin çalakgeran rîtma dil jî xira bûye.

SEMPTOMÊN  DIBE KU RÎSKÊ ÇÊBIKIN DIYAR BÛNE

Gulşen diyar kir semptomên ku heta niha têne dîtin li cem hin çalakgeran zêdetir xuya dikir û got, di rojên pêş de dibe xirabûna rîtma dil dibe ku rê li ber hişkbûna xwînê veke. Gulşen her wiha diyar kir bi hişkbûna xwînê re li gel şehtbûnê dibe ku ziyanê bide gurçik û kezebê jî.

Dr. Gulşen diyar kir rewşeke ku niha mirov jê bitirse tine, çalakger li bara tirs, ronkahî û deng tenik bûne.

SERDAN JI BO MORALÊ BAŞ E

Gulşen diyar kir, ji dema ku grevê dest pê kiriye û heta niha bi sedan kes serdana çalakgeran kiriye û got, ev ji bo moralê baş e.

Gulşen her wiha lê zêde kir û got, li gel vê jî serdanvan divê li hinek rêgezan baldar bin û got, divê sabûnên hijyenîk ên dest û rû yê li lokala NCKD'yê hatiye danîn divê bi kar bînin. Bi vî rengî jî jî vîrûs an jî mîkrobên ji ber zivistanê çêdibin, derbasî hundir nabin.

KESÊN BI ENFEKSYONA GRÎBAL DIVÊ BALDAR BIN


Gulşen diyar kir xwest ku serdanvan bi çalekgeran re temaseke rasterast nekin, bi destê hev negirin û hev maçî nekin. 

Gulşen her wiha got serdanvanên bi grîbê ketine divê bêhtir baldar bin û piştî ku tedawî bûn werin wê baştir be. Gulşen her wiha xwest heke serdanvan bi enfeksiyonê ketibin an jî gumanê ji vê dibin beriya ku çalakgeran bibîne wan agahdar bikin wê baştir bibe.