NÛ BÛ-Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 19’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku li Strasboûrgê hatibû destpêkirin, di roja 19’an de didome. Gelek siyasetmedar, nûnerên saziyan, rojnameger û gel eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê didin.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveker ku ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransa hatibû destpêkirin, di roja 19’an de bi biryardariyek mezin didome.

Her roj ji welatên cûda gelek kes serdana 15 çalakgerên grevê dikin.

Îro parlamenterê berê yê Mûşê û ji rêveberiya HDK-Ewropa siyasetmedar Demîr Çelîk jî di nav de gelek kesan serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin.

Demîr li konê çalakiyê axivî û balkişand li ser tecrîda giran a li ser Ocalan. Çelîk çalakiyên li dijî tecrîdê silav kir û got; “Dîlgiritna Ocalan di heman demê de tê wateya dîlgirtina gelê Kurd û gelên din.

Çelîk diyar kir ku wê li dijî faşîzm û dîktatoriya Erdogan gel bi hevre têbikoşin û berxwedanê wê geştir bikin.

Bi dehan Kurdistaniyên li derdora bajarê Gola Bodensse yê Elmanyayê dijîn serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin. Li ser navê Meclîsa Gel a Bodensse endamê meclîsê Ahmet Baytar axivî û got dîlgirtina 20 salan a Ocalan nayê qebûl kirin.

Ahmed Baytar diyar kir ku li dijî vê dilgirtinê gel li her qadan di nava çalakiyan de ye û li dijî zilmê liberxwe didin.

Ahmed Baytar bibîrxist ku li dijî zilma li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehan û Ewropayê grevên birçîbûnê hatine destpêkirin û bang li hemû gelê Kurd û dostên wan kir ku di nava çalakiyan de cih bigrin. Baytar ragihand ku bi vê armancê wê sibê li herêma Bodensee kon vedin.

KOÇ: BELAVBÛNA ÇALAKIYÊ BI WATE YE

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç ê tevlî çalakiyê bûye anî ziman ku serdan moral û hêzê dide wan û bibîr xist ku heta şikandina tecrîdê wê bi biryardarî çalakiyên xwe bidomînin.

Koç destnîşan kir ku çalakiya grevê ya li girtîgehan bi Leyla Guven destpêkir û ew jî tevlî bûn her diçe belav dibe û diyar kir ku wê li dijî tecrîdê wiha dengê xwe bilind bikin. Koç bi taybet çalakiyên piştgiriyê yên li Ewropa silav kir, banga zêdekirina çalakiyan kir.

MELE MEHYEDÎN: LI DIJÎ ZILMÊ PIŞTGIRIYA ÇALAKIYÊ DIKIN

Endamê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Mele Mehyedîn ê serdana çalakiya grevabirçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a di roja 19’an de dewam dike, da xuyakirin çalakî di demekê de ku êrîş li ser gelê Kurd û Rêbertiya wî zêde bû de pêk hatiye. Mele Mihyedîn anî ziman ku li Rojhilata Navîn di serî de li ser Kurdna û hemû gelan zext û zilm zêde bûye.

Mele Mihyedîn anî ziman ku destekê didin vê çalakiyê û bang li her kesê kir ku li diî zilmê bêheqî û bêmafiyê divê destkê bidin çalakiyê.

ROJNAMEVANAN JÎ SERDAN KIRIN

Serdanên saziyên çapameniyê ya ji bo çalakiyê jî dewam in. Rojnamevan Farûk Sakik, Cahît Merwan û Gunay Aslan hatin Strasobûrgê û bi çalakvanan re civiyan.

Rojnamevan Cahît Merwan ê li vir axivî, îşaret bi wê yekê kir ku gelê Kurd di demekî pir teng re derbas dibe. Merwan anî ziman ku di van demên teng de derfetên çareseriyê derdikevin. Merwan bibîr xist ku asta têkoşînê ya ku Tevgera Azadiyê gihiştiyê bi xwe re çalakiyên cihê tînin.

Merwan diyar kir ku li dijî her êrîşan berxwedanekî mezin heye, greva birçîbûnê jî parçeyek ji vê yekê ye. Merwan destnîşan kir ku ji ber bi greva birçîbûnê jiyana mirovan digihêje xeteriyê ji bo wê çalakiyekî bi wate û fedayî ye. Merwan herî dawî anî ziman ku wê armancên çalakiya grevên birçîbûnê bigihêjin encamê.

Merwan got, eger tecrîd bişkê wê pêvajoyên nû bi xwe re bîne, şikandina tecrîdê wê bi xwe re êrîşên dagirkeriyê jî bi dawî bike.