Greva Şîş ê Kurdistanî jî di roja 16’an de ye
Îmam Şîş ê Kurdistanî ku li bajarê Newport ê Gallerê dest bi greva birçîbûnê kiribû jî di roja 16’an de ye.
Îmam Şîş ê Kurdistanî ku li bajarê Newport ê Gallerê dest bi greva birçîbûnê kiribû jî di roja 16’an de ye.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Kurdistanî Îmam Şîş a bi armanca piştgirîkirina çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêderveger a Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemerêgê Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tenduristiya wî dabû destpêkirin, di roja 16’an de dom dike.
Şîş ê bi hemwext bi çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê re destpêkiribû, Kurdistaniyan serdana wî kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Newportê dewam dike, nûnerên Meclîsên Gelê Kurd ên Manchester û Lîverpoolê hatibûn serdana çalakiyê kirin û peyamên piştgiriyê dan.
Endamê Meclîsa Gelê Kurd a Manchester û Lîverpoolê Ahemt Muslim di serdanê de axivî û bang li dostên li Galler û Brîtanyayê kir ku xwedî li çalakiyê derkevin û ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan banga têkoşînê kir.
Hevseroka Meclîsa Gel a Gallerê Zîlan Şengul jî axivî û diyar kir ku heta daxwazên çalakvanên çalakiya grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger bicih werin wê têkoşîn bidome.