Fransa bi israr e ku DAÎŞ’î li cihê lê ne, werin darizandin

Fransayê carek din israr kir ku DAÎŞ’iyên ku ji aliyê QSD’ê ve hatine girtin wan negire welatê xwe. Fransa dibêje ku ‘li cihê lê sûc kirine divê hesab bidin.’

Wezîra Hêzên Çekdar a Fransayê Florence Parly ji kanala BFMTV re axivî û got ew ne aligîr in ku çeteyên DAÎŞ’ê yên hemwelatiyê Fransayê paşve bigrin.

Parly têkildarî çeteyên DAÎŞ’ê yên li Sûriye û Iraqê hatine girtin, got ku; “Di vê mijarê de helwesta Fransayê diyar e. Ti niyeta me nîne şervanên bigirin welat. Divê li cihê ku sûc kirine werin darizandin û hesab bidin.”

Wezîra Hêzên Çekdar a Fransayê Florence Parly diyar kir ku di nava bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê yên ku ji aliyê hêzên QSD’ê ve hatin girtin hemwelatiyên Fransyê jî hene û got, di vê mijarê de helwesta me diyar e.

Parly wiha domand; “Em werin li ser girtiyên di destê Kurdên Sûriyeyê de. Ti nêrînekî ya me ku ew li wir nemînin tune ye. Li wir girtî ne. Di nava çar dîwaran de ne û divê li wir bimînin.”

Parly bi domdarî got; “DAÎŞ’î bi şaştî neçûn Sûriye û Iraqê. Bi dildarî çûn wir. Yanî li wir xirabî kirin, sûc kirin, bûn şahîdên bûyerên li wir û divê li wê derê hesab bidin.”