Forûma qedexeya li ser PKK’ê

Serokê VDJ’ê Joachîm Kerth-Zelter ê di Forûma ‘Qedexeya li ser PKK’ê” de axivî, bang li hikûmeta Elmanyayê kir ku nehuqûqiyên li hemberî Kurdan bidawî bike û wiha got: “Terorîst ew e ku sivîlan dikuje.”

Li Berlîn a paytexta Elmanyayê nûnerên saziyên mafê mirovan, huqûqnas û mexdûrên qedexeya li ser PKK’ê di forûma bi navê “Qedexeya Li Ser PKK’ê ya bi 28 Salan” de hatin ba hev. Forûm li salona konferansê ya avahiya berê ya Weqfa Rosa Luxemburgê hat danîn. Wê di forûmê de du rojan li ser qedexeya li ser PKK’ê axavtin bên kirin.

Forûm ji aliyê Yekîtiya Huqûqnasên Mafê Mirovan ên Cîhanê û Demokrasiyê ya Ewropayê (ELDH), Yekîtiya Huqûqnasan a Demokratîk (VDJ), Komeleya Demokrasiyê û Mafên Bingehîn, Komeleya Azadiyê û Komeleya Huqûq û Demokrasiyê ya Navneteweyî (MAF-DAD) ve hat danîn. Aktîvîst û siyasetmedarên Kurdistanî û mafparêzên Elman û aktîvîst jî eleqe nîşanî forûmê didin.

JURÎ DIŞOPÎNE

Di forûmê de hat destnîşankirin ku qedexeya li ser PKK’ê, zirarê hem dide Kurdistaniyan hem jî dide gelê Elmanyayê. Desteyeke jurî guhdariya mexdûriyet û minaqeşeyên tên kirin dike. Jurî wê mijarên di forûmê de bên behskirin bike rapor û biweşîne.

‘MEXDÛRIYETA NIFŞ BI NIFŞ’

Forûm bi axavtina destpêkê ya Besra Guler a li ser navê MAF-DAD’ê tevlê forûmê bibû destpê kir. Gulerê diyar kir ku bi siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan nifş bi nifş mexdûriyet çêdibe û ragihand ku wê di roja duyan a forûmê de huqûqnasên ji Belçîka û Holandayê hatine wê li ser siyaseta 29 salan a Elmanyayê bisekinin.

‘JI ŞERVANÊN AZADIYÊ RE DIBÊJIN TERORÎST’

Serokê Yekîtiya Huqûqnasên Demokratîk (VDJ) Joachîm Kerth-Zelter jî ji ber qedexeya 29 salan a li ser PKK’ê rexneyên tund li dewleta Elmanyayê kir û da zanîn ku qedexeyên li ser kirinên PKK’ê her ku diçe zêde dibe û destnîşan kir ku têgeha “terorîzm”ê li gor şîrovekirina kesan e û wiha got: “Tevgerên azadiyê bi terorîstiyê tên bi navkirin. Lê bi ya min, terorîst ew in ku bi bombeyan êrîşan dibin ser sivîlan.”

‘DEWLETA TIRK KURDÊN SIVÎL DIKUJE’

Kerth Zelter bibîr xist ku qedexeya li ser PKK’ê ku ji sala 1993’yan hatiye ragihandin heta niha li Tirkiye û Kurdistanê gelek guherînên cidî çêbûne û wiha pêde çû: “Şerê li dijî Kurdan berfereh bûye. Salên çûyî bajarên Kurdan hatin bombekirin. Salên dawî jî Kurdên sivîl bi balafirên biçek ên bêmirov hatin qetilkirin. Şerê li dijî Kurdan ewqas giran bûye, lê hêjî PKK di lîsta qedexekirî ya Elmanya û Yekîtiya Ewropayê de ye. Bi ya min demeke guncav e ji bo guherîna vê siyasetê.”

Kerth Zelter di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser nehuqûqiya li dijî siyasmedar û aktîvîstên Kurd ên li Elmanyayê tên darizandin û wiha got: “Ev mirov li dijî berjewendiyên Elmanyayê ne gef in, ti êrîşeke terorî nekirine. Lê wek teror tên darizandin. Divê êdî rewşa nehuqûqî bi dawî bibe.”

‘LI DUSSELDORFÊ JI HOLÊ RAKIRINA PKK’Ê HAT ARMANCKIRIN’

Mehmet Demîr ê di rûniştina yekemîn a forûmê de destpêkê axivî, bal kişande ser darizandina kadro û alîgirên PKK’ê ya sala 1988’an a li Dusseldorfê ku Dûran Kalkan, Alî Haydar Kaytan û Huseyîn Çelebî jî di nav de bûn. Demîr diyar kir ku bi darizandina li Dusseldorfê armanc ew bû ku PKK ji holê bê rakirin.”

‘LÎSTINA BI GOGÊ YA KURDAN JÎ HAT QEDEXEKIRIN’

Nivîskarê rojnameya Jûnge Weltê Dr. Nîck Braûns jî got ku beriya danîna biryara qedexeya li ser PKK’ê pêşî medyaya Elman amadekariya rewşa qedexeyê kiriye û işaret bi wê yekê kir ku piştî qedexeyê dest bi kampanyaya lînçkirina PKK’ê hatiye kirin.

Braûns bi bîr xist ku bi biryara qedexeya li ser PKK’ê pêşbaziyên fûtbolê yên tîmên Kurd jî hatine qedexekirin û ev gotin kirin: “Di qedexeya li ser PKK’ê de eyaleta herî tund Bayern bû. Li wir her tiştê di derbarê PKK û Kurdistanê de qedexe bû. Ligel ku li her derê Kovara Kurdistan Reportê serbest bû lê bi hinceta wêneyên gerîlayan tê de hene hat qedexekirin.”

Di vî beşê forûmê de herî dawî aktîvîstê Kurd Mûstafa Tûzak ê ji xala 129b’yê dihê darizandin axivî û behsa dema destgîrbûyîn, darizîn û neqûqiyên pêre rû bi rûye kir.

Di beşên piştî nîvro de jî wê aktîvîstên ji xala 129’an tên darizandin, Kurdistaniyên bi hinceta qedexeya li ser PKK’ê mafê wan ê mayînê hatiye betalkirin û nekirine welatiyên Elmanyayê û nûnerên saziyên Kurdan ên ji aliyê dewleta Elman ve tên krîmînalîzekirin biaxivin.