Festîvala Mezin a îsal wê li Maastrîchtê were lidarxistin

Li Ewropayê her sal weke kevneşopiyekê Festîvala Çanda Kurd tê lidarxistin. Îsal 27’emîn Festîvala Çanda Kurd wê li bajarê Hollanda Maastrîchtê were lidarxistin.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E têkildarî festîvalê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku ji bo pêkanîna daxwazên beşdarbûna gel a zêde biryar dane ku festîvala îsal li qadeke berfirehtir lidar bixin.

Festîvala îsal bi dirûşmeya “Azadiya Ocalan, ji bo Statuya Roajva û Li dijî Rejîma Qeyûm Berxwedanê Geştir bike” tê lidarxistin. Festîval wê 21’ê Îlonê were lidarxsitin. KDK-E di daxuyaniyê de bang li hemû alîgirên demokrasiyê kir ku beşdarî festîvalê bibin.

Em KCDK-E li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li dijî êrîşên li ser Rojava, Başûrê Kurdistanê û rejîma QEYÛM bang li her kesê dikin ku dengê xwe bilind bikin. Hemû jin, ciwan, zarok; Gelê Kurd, Tirk, Ereb, Faris, Asûrî-Suryan, Keldanî, ermenî, Çeçen, Çerkez,Tirkmen, Fars, Ewlewî, Xiristiyan, Êzidî, Misilman, Kakeî, Feylî, Yaresan, Zerdeştî, Şabak, Hewramî û Holldanî, Elmanî, Îngîlîz, Fransî, Belçîkayî û hemû aligirên demokrasî û aştiyê yên li Ewropayê vedixwînin Festîvala Çanda Kurd ya 21’ê Îlonê li bajarê Maastrîcht yê Hollandayê.

Qada çalakî bê kirin: