Festîvala Jinê ya Zîlan a 17'emîn wê li Gelsenkîrchenê bê lidarxistin

Festîvala Jinê ya Zîlan ku mezintirîn kombûna jinên Kurd ên li Elmanyayê ye, îsal wê di 17'ê Hezîranê de bê lidarxistin.

Festîvala Jinê ya Zîlan a 17'emîn îsal bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî ji Kurdistanê ber bi Cîhanê ve' li bajarê Gelsenkîrchen ê Elmanyayê tê lidarxistin.

Festîvala ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) ve tê lidarxistin, wê ji bo bîranîna Evîn Goyî (Emîne Kara) pêk were ku di 23'ê Kanûnê de li paytexta Fransa Parîsê di komkujiyekê de hat qetilkirin. Di festîvalê de wê jiyan û têkoşîna Evîn Goyî bi dîmenan bê vegotin.

Her wiha li ser felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' wê panel bêne lidarxistin. Berhemên destan ên jinan jî wê bi standan bêne nasandin. Wênevanên jin jî wê berhemên xwe yên li ser têkoşîna azadiyê ya jinê bi pêşangehekê nîşan bidin.

Di festîvalê de ji bo zarokan jî cihên lîstikê hatiye amadekirin.

Li gel komên govendê wê hunermend û komên muzîkê yên Jin Ma, Mizgîn Tahir, Kevana Zêrîn, Eylem Aktaş, Beser Şahîn û Fîrmesk jî li ser dikê hunera xwe nîşan bidin.

Ji Komîteya Amadekar a Festîvalê endamên Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) Jînda Denîz û Ayten Kaplan li ser amadekariyên xwe agahî dan û banga tevlîbûnê kirin.

JÎNDA DENÎZ: LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û SERWERIYA MÊR EM XWE ZÊDE BIKIN

Jînda Denîz bal kişand ser aliyê navneteweyî yê Festîvala Jinê ya Zîlan û banga tevlîbûnê li jinên ji neteweyên cuda kir. Jînda Denîz anî ziman ku amadekariyên festîvalê li ber qedandinê ye û destnîşan kir ku armanc ji festîvalê nîşandana hêza jinê ye û wiha dewam kir, "Azadiya jinê û şoreşa jinê wê bi pêşengiya 'Jin, Jiyan, Azadî' pêk were. Lewma festîval wê hem bibe peyamek hem jî bibe bangek. Wê peyamê bide hem cîhanê hem jî serweriya mêr. Jin çiqasî li hev kom bibin, çiqasî xwe bi rêxistin bikin, çiqasî zêde bibin wê ewqasî jî xurt bibin, dagirkerî jî wê lawaz bibe. Lewma divê her kes tevlî bibe, em zêde bibin ku li ber dagirkerî, serweriya mêr û mejiyê mêr rabin."

AYTEN KAPLAN: EM Ê LI SER 'JIN, JIYAN, AZADÎ' BIAXIVIN

Ayten Kaplan jî got, "Me pêvajoyeke gira li pey xwe hişt. Bi taybetî pêvajoyeke ji tundî û komkujiya li dijî jinê bû. Li Rojhilat qetilkirina Jîna Emînî, komkujiya duyemîn a Parîsê, erdhejê bandoreke giran li jinan kirin. Li gel van hemûyan me têkoşîna jinan bilind kirin. Bi taybetî bi berxwedana jinan a li Rojhilat re felsefeya me ya berxwedana jinê 'Jin, Jiyan, Azadî' gerdûnî bû. Berxwedana Kobanê jinên Kurd bi cîhanê da naskirin, bi berxwedana jinê ya li Rojhilat re berxwedana me gerdûnî bû. Bi Festîvala Jinê ya Zîlan a îsal re em ê rêxistiniya xwe, têkoşîna xwe, her wiha tevî hemû tevgerên jinan hêza xwe ya yekbûyî û armanca xwe ya hevpariya têkoşînê bi cîhanê bidin naskirin. Di vê festîvalê de em ê bi kom û derdorên cuda yên jinan re bicivin. Em ê têkoşîna xwe ya hevpar, felsefeya xwe ya 'Jin, Jiyan, Azadî' nîqaş bikin."