Fermandarê QSD’ê Ebdî li ser Tirba Silêman Şah daxuyanî da

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî, ragihand ku ew amade ne li gorî lihevkirinên navneteweyî û bi hevkariya aliyan re li ser Tirba Silêman Şah tevbigerin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî di nivîsa xwe ya li ser platforma X’yê de, diyar kir ku ew pabendî parastina cihên dîrokî yên li herêmê ne, bi taybet gorê "Silêman Şah".

Ebdî, di nivîsa xwe de got: "Di dema metirsiya rêxistina DAÎŞˋê ya 2015ˋan de, me ji bo parastina termê Silêman Şah alîkarî kir û term ji cihê wê veguhast herêma Aşmê."

Ebdî wiha domand: "Îro jî em diyar dikin ku em pabendî parastina cihên dîrokî ne û amade ne bi tevahî aliyên têkildar re hevkariyê bikin ku wê termê vegerînin cihê wê yê berê da ku li gorî lihevkirinên navneteweyî yên berê be û rêz ji tevahî mîrasa çandî re were girtin."