FEDA êrîşa li dijî Federasyona Elewiyan a li Elmanyayê şermezar kir

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) êrîşa danê sibehê ya 9’ê Tebaxê ya li Elmanyayê ku li dijî Federasyona Yekîtiyên Elewiyan (AABF) pêk hat şermezar kir.

FEDA’yê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: “Li Enqereyê di roja destpêkê ya Şîna Muharremê de hemwext li 3 saziyên Elewiyan êrîş pêk hat, piştî hefteyekê şîdeta fizîkî ya li hemberî serokê Cemxaneya Kartalê hat kirin, herî dawî di sibeha 9’ê Tebaxê de li ser Navenda Çandê ya Elewiyan a Dûren a girêdayî Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Elmanyayê (AABF) ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan nediyar êrîş hat kirin.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Em van êrîşên nîjadperest û faşîst ên yek li pey hev ên li ser saziyên Elewiyan bi tundî şermezar dikin. Em ji hemû Elewiyan re dibêjin derbasî be. Heger Erdogan li şûna ku ji cemxaneyê re dibêje cumbuşxane, statûya îbadetgehê bidaya. Li şûna ku netew-dewlet û zihniyeta wê ya tekxwaz, înkarker perwerdehiya olî ya neçarî li ser zarokên Elewiyan ferz bike qebûl bikira ku Elewîtî baweriyeke xweser e û bixista bin temînata destûra bingehîn, ev êrîş nedihatin kirin. Erdoganê ku li şûna ku daxwazên bingehîn ên Elewiyan bi cih bîne, hewl dide îbadetxaneya Elewiyan bi şêwazê xwe dîzayn bike û li şûna ku ji ber bi dehan qetlîamên ku çavkaniya xwe ji dewletê digire lêborîna xwe bixwaze, her wiha Erdogan ê ku naxwaze di bin wêneyê rêberên Rêya Elewiyan de wêneyan bikişîne, tu carî nikare bibe navnîşana çareseriyê. Tê fêhmkirin ku ev cîhadîstên selefî ku bi israra hikûmetê ya di qirkirina çandî de bi hêz bûne, li şûna ku mafên demokratîk ên rewa yên Elewiyan bi cih bînin, wê êrîşên xwe yên provokatîf bidomînin. Di serî de em ji saziya hevkarê me AABF û Cemxaneya Duren re dibêjin derbasî be û hestên xwe yên jidil ên hevgirtinê radigihînin. Êrîşên dawî ne êrîşên tesadufî û jixweber in. Li hemberî van êrîşên ku tê fêmkirin bi organîze, bi plan û birêxistinkirî ne, ji bilî têkoşîna bi hev re ti rêyeke din nîne.

Divê em baş zanibin ku ev êrîşên ku dixuye plankirî ne, encama înkar û bêîtîbarkirina Elewiyan a dasthilata siyasî û israra wan a di qirkirina çandî de ye. Di vê wateyê de berpirsyariya desthilata siyasî ya di êrîşan de mezin e.

Li dijî van êrîşên ku bi awayekî eşkere ji atmosfereke înkar û qetlîamker ve derdikeve holê, bêhna provakasyonê ji wan tê û li hin navendên diyar tên plankirin, pêwîst e ku em Elewî birêxistin bin û bi hev re tevbigerin. Li ser vê bingehê em di serî de Elewiyan bang li hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî înkar, asîmîlasyon û zîhniyeta neheq a qirkirina çandî bi hev re têbikoşin.

Di têkoşîna ji bo mafê hemwelatîbûna Elewiyan a wekhev de divê em bi parastina reseniya xwe li gorî ‘Rê Yeke, Domdarî Hezar û Yeke’ bibin yek û li dijî vê zîhniyeta faşîst a nîjadperest bi hev re têbikoşin.”