FEDA: Em ê li hember zilme hîn bêhtir li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin

Federasyona Elewiyan a Demokratîk êrîşên komên nijadperest ên li Belçîkayê li dijî malbatên Kurd şermezar kir û got: “Em ê li hember zilme hîn bêhtir li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin.”

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) êrîşa nijadperest a organîze ya li dijî Kurdên li Belçîkayê şermezar kir û bang li hemû civaka Elewî û raya giştî ya demokratîk, sazî, rêxistin û dewletên têkildar kir ku li dijî van êrîşên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.

Daxuyaniya Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) wiha ye:

“Duh li bajarê Heûzen-Zolder ê Belçîkayê komek faşîstan êrîşî mala malbateke ji Rojava ku ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan kirin. Koma faşîst a alên Newrozê yên li ser wesayîtên gelê me yê Rojava weke hincet nîşan da,bi dirûşmeyên nijadperest êrîşî mala malbata me ya ji Rojava kir. Êrîşên bi dirûşma "Tekbîr" bi saetan dewam kirin. Êrîşkarên faşîst ên dîn li ber mala malbata me ya ji Rojava kom bûn û dorpêç kirin. Êrîşkarên faşîst hewl dan giyanê me yê bêparastin û malên wan ên li hundir bişewitînin. Zerar dan wesayîtên li ber malê û malbat demeke dirêj di hundirê malê de dîl girtin. Bi bihîstina êrîşê re gelek Kurdistanî çûn herêmê û bertek nîşanî êrîşa faşîstan dan.

Di encama êrîşa ku ji aliyê komeke nijadperest, dîndar û faşîst ve hat kirin de 6 kesên me birîndar bûn. Polîsên Belçîkayê kesên me yên birîndar rizgar kirin û rakirin nexweşxaneyê.

KESÊN KU EV ÊRÎŞ PÊK ANÎN EM BAŞ DINASIN

Giyanên hêja, me bi berfirehî behsa êrîşê kir; Ji ber ku ev êrîş Mereş, Çorum, Madimak, Kirikhan, Meletî, Sûr, Pirsûs, Efrîn, her erdnîgariya ku Elewî lê dijîn û hemû Kurdistanê û hemû êrîşên li ser Kurdan tîne bîra me.

Faşîzm her dem û li her derê faşizm e. Îro em kesên ku ev êrîş pêk anîne baş nas dikin. Duh di sala 1993’an de li Madimakê em bi saxî şewitandin, duh zarokên bi qîmet ên gelê Kurd bi çekên kîmyewî li Kurdistanê şewitandin, îro jî ev komkujî û êrîşa qirkirinê pêk tînin.

EV NE KARÊ KOMEKE FAŞÎSTAN E, ÊRÎŞEKE KU DEWLETA TIRK BI XWE BI RÊ VE BIRIYE

Ev êrîş êrîşeke ku ji aliyê dewleta Tirk bi xwe ve hatiye organîzekirin û rêvebirin. Dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe yên li dijî Kurd û Elewî, cesaret da vê êrîşê û bi rê ve bir. Divê her kes zanibe ku ev êrîş di encama bangên şer ên dewleta Tirk de pêk hatiye.

Ev êrîş êrîşa li dijî Newroza birûmet a Frankfûrtê ye. Ev êrîş êrîşeke li dijî xebatên serkeftî yên DEM Partiyê yên di hilbijartinên Tirkiye û Kurdistanê de tên kirin.

Ev êrîş versiyona êrîşa li Moskowayê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hat kirin û tê de zêdeyî sed kes hatin kuştin e. Ev êrîş ji dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan û hêza wê ya paramîlîter DAÎŞ’ê tê.

ÊRÎŞ DI HEMAN DEMÊ DE LI CIVAKA ELEWÎ HATIYE KIRIN

Ev êrîş di heman demê de êrîşa li ser civaka Elewî ye. Di van şert û mercên ku defên şer lê dixin maf û daxwazên Elewiyan wê bi zextên mezintir bên tepisandin. Daxwaza azadiya baweriyê û hemwelatîbûna wekhev wê hêsantir bê paşguhkirin. Elewî vê rastiyê û van êrîşkaran baş dizanin. Her wiha li dijî her cure zilmê li ser kê bê kirin jî yek ji rêgezên bingehîn ên baweriya Elewîtiyê ye.

Em ji bîr nekin ku çawa li Mereş, Çorum, Sêwas, Madimak û Gaziyê li dijî êrîşên li ser Elewiyan me bi hemû sazî û civakên welatparêz ên demokratîk re tevgeriya, îro jî divê em bi hev re li dijî van êrîşan derkevin.

DEWLETÊN EWROPAYÊ DI ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN DE HER CURE PIŞTGIRIYÊ DIDE, RÊ LI BER ÊRÎŞAN VEDIKE

Divê em bibêjin ku dewletên Ewropayê jî ji vê êrîşê berpirsyar in. Dewletên Ewropayê yên ku her cure piştgiriyê didin amadekariyên şer ên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan, rê li ber van êrîşan û êrîşên bi vî rengî vedikin.

Li ser van hemû rastiyan em wek FEDA’yê vê êrîşa qirkirina faşîst a dewleta Tirk bi tundî şermezar û protesto dikin. Em di wê baweriyê de ne ku tevahiya civaka Elewî weke me difikire. Û em bang li hemû civaka Elewî û raya giştî ya demokratîk û sazî, rêxistin û dewletên pêwendîdar dikin ku li dijî van êrîşên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin. Em bang li her kesî dikin ku di zûtirîn dem de şerê dewleta Tirk a li dijî Kurdan û zextên asîmîlasyonê yên li ser civaka Elewî bi dawî bibe.

DÊ ÇETEYÊN DAÎŞ, NIJADPEREST, PAŞVERÛ, QIRKER WENDA BIKIN Û YÊN AZADIXWAZ BI SER BIKEVIN!"