FCDK/KAWA konferansa xwe li dar xist
Federasyona FCDK/KAWA ku yek ji rêxistinên sîwanî yên Kurdistaniyên li Elmanyayê ye, di navbera 24-25'ê Nîsanê de li bajarê Darmstadtê konferansa xwe li dar xist.
Federasyona FCDK/KAWA ku yek ji rêxistinên sîwanî yên Kurdistaniyên li Elmanyayê ye, di navbera 24-25'ê Nîsanê de li bajarê Darmstadtê konferansa xwe li dar xist.
Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan (FCDK/KAWA) di navbera 24-25'ê Nîsanê de li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê konferansa rêxistinkirina meclîsan li dar xist.
Konferans diyarî Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Şehîd Sînan Dersim (Dalokay Şanli) hate kirin û bi beşdariya 60 delegeyî pêk hat.
Di roja destpêkê ya konferansê de şêweyê meclîs û komunan hate nirxandin û belge hatin xwedin.
Di roja duyemîn a konferansê de jî nîqaş li ser aliyên sîstema konfederal a demokratîk hate kirin.
Di konferansê de hin biryar hatin wergirtin.