Ewropa wê welatên ku penaberan naxwazin ji Schengenê derxîne?

Li gorî rojnameya Yewnanîstanê Ta Neayê Serokkomarê Fransa û Serokwezîra Elman dixwazin di serlêdana îltîcayan de Dublîs III ku berpirsyariya welatan û pergala parvekirinê diyar dike, reformîze bike.

Rojnameya Ta Nea ya  Atînayê got Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîra Elman Angela Merkel têkilî peymana Dublînê ya li ser mafê penaberan haziriya hişkbûnê dikin.

Rojnameyê got Merkel û Macron dawiya  Tebaxê dema serdana Parîs û Berlînê ev proje danîne ber  Serokwezîrê Yewnan Kyrîkos Mîtsotakîs.

Hate gotin li gorî peymana Dublîsê di navbeyna ajansa parastina sînorê Ewropa Frontex û meqamên Yewnan de ji bo ku penaberên nû neçin Ewropayê hevkarî wê were geşkirin, ji bo herka koçê ya 2016'an a li Tirkiyê were kontrolkirin alîkariya darayî wê were zêdekirin, têcir wê zêdetir werin kontrolkirin, ji bo ku vegerên bi lez û bez (dersînorkirin) prosedûrên îltîcayê wê werin yekkirin, personel werin zêdekirin û xala dawî jî li gorî projeyê welatên endamên Schengenê ku yekkirina malbatan û daxwazên îltîcayê qebûl nekin wê ji gera serbest werin derxistin.