Ev 40 sal in şanogeriyê dike
Yûnis Ehmed serpêhatiyên civaka xwe bi rêya şanoyê digihîne cîhanê. Yûnis Ehmed ev 40 salin şanogeriyê dike û dibêje hîn gelek maye ku ew bigihêje asta şanogeriyê.
Yûnis Ehmed serpêhatiyên civaka xwe bi rêya şanoyê digihîne cîhanê. Yûnis Ehmed ev 40 salin şanogeriyê dike û dibêje hîn gelek maye ku ew bigihêje asta şanogeriyê.
Ev 40 sal in, temanê xwe ji bo hunera şanoyê pêşkêş kir da ku bibe neynika civaka xwe. Şanoger û derhêner Yûnis Ebd Elmecîd Ehmed di sala 1960‘an de li gundê Qijlê ya girêdayî navçeya Amûdê hatiye dinê. Lê belê ji dema temenê Yûnis 4 salî bû ew û malbata xwe ji gund bar kirin û berê xwe dan bajarê Hesekê. Yûnis ji hunera şanoyê pir hez dikir. Tim di zaroktiya xwe de xeyal dikir ku bibe şanogerek mezin û şagirtên wî jî çêbibin. Lê belê ji ber rewşa malbatê ya Yûnis xizan bûn, ew hêza pêşketinê jî li gel wan kêm bû.
Yûnis Ehmed ji ajansa me re wiha qala rêwîtiya xwe ya ji bo şanogeriyê kir.
‘ŞOREŞA BAKUR MÎNA VOLKANEKÊ TEQIYA’
Yûnis diyar kir ku jiyan zehmet e û her ku diçe zehmetir dibe, lê belê mirov dikare jiyanek xweş jî ava bike û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ez biçûk bûm, ji bo min hunera şano eşq bû lê kes bala xwe ne dida min. Malbata min hezkirina min a ji şanoyê re dizanîn lê belê ji ber rewşa madî û rejîma Baas nikarîbûn moral bidin min. Di salên 1981-1982‘yan de bêhneke xweş a şoreşê ji Bakurê Kurdisanê hat, em pir kêfxweş bûn. Di sala 1984‘an de ev şoreş mîna volkanek teqiya û me jî xwe li ber têhna vê volkanê germ kir.
Di salên 1986-1987’an de me jinûve dest bi tevlîbûna şano kir, ez wê demê pir kêfxweş bûm ji ber ez tevlî komên şanoyê bûm. Bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re em pir bi hêz bûn. Wê demê hevrêyê me yê nemir Bavê Teyar hevalê me bû, wî em fêrî şano dikirin. Ez dikarim bibêjim ku keda nemir Bavê Teyar li ser şanogeran pir mezin e, bi rastî jî şanogeriya Kurdî bi navê Bavê Teyar pêş ket.
Ez tim dibêjim ku şano mirêka civakê ye, mirov dikare bi gelek şêwazan berxwedaniyê bike û rastiya civaka xwe derxîne holê. Min xwest ku ez bi rêya dika şanoyê re vê rastiyê derxînim holê û bila her kes îradeya gelê Kurd nas bike. Ruxmî zehmetiyên heyî yên wê demê, lê em ranediwestiyan û me şanoyên xwe pêşkêş dikir. Rejîma Baas pir zor û êşkence bi taybet li ser gelê Kurd dida meşandin. Her car me di cejnên Newrozê de bi awayekî veşartî prova dikir. Rejîma Baas em fetisandin. Raste me pir zehmetî di wê demê de kişandin lê belê evqas zehmetiyên ku me kişandin ji bo me bû hêz da ku jiyana xwe dewam bikin û di demên pêş de xwe pêş bixin. Dika ku niha ez li ser şano ji gel re pêşkêş dikim, di dema rejîmê de ez jê mehrûm bûm. Ji bo min hisret bû ku li ser wê dikê şanoyekê pêşkêş bikim. Lê niha bi serbilindî û cesaretek mezin şanoya xwe li ser vê dikê ji hezaran kesan re pêşkêş dikim.”
‘ME QALIBÊ TIRSÊ ŞIKAND’
Yûnis Ehmed destnîşan kir ku piştî Şoereşa Rojava destpê kir derfetek herî mezin ket destê wan û êdî wan qalibê tirsê şikand û wiha axivî: “Belê ez zêdetirî xwe girêdayî beşê sînema me. Dema kes ji min re qala sînema dike ez pir kêfxweş dibin û kelecanek min digre. Wek şanoger çi ji me tê xwestin em dikin û heya ji me tê em erka xwe pêk tînin. Tim em dixwazin di Kurdistanê de xwe ava bikin ji ber Rêber Apo dibêje welatê avakirî be kes nikare wî welatî bişkîne. Bila her kes bizane bê zehmetî û êş mirov nagihêje xweşiyê.”
Yûnis diyar kir ku ew gelek cûreyên şano pêşkêş dike, hin caran siyasî û hin caran jî komedî, lê belê ev jî li gor rewşa civakê dimîne û wiha got: “Her kes nikare şano pêşkêş bike, tenê yê ku civaka xwe bi kuranî nas dike û karibe hestê civaka xwe derxîne pêş, dikare şano pêşkêş bike.
Ev 40 sal in ez karê şanogertiyê dikim lê belê ez hîn nebûme şanoger pêwîste ez hîn bêhtir ji civaka xwe re bikim. Pêwîste ez li hember gelê xwe bibim neynika civakê. Hêviya min ew e ku şanogeriya Kurdî hîn bêhtir pêş bikeve û ji tevahî hunera cîhanê re bibe mînak.”