Erdogan û dijminên xwezayê li Viyanayê hatin protestokirin

Li Viyanayê ya ku paytexta Avûstûryayê ye li dijî bikaranîna sotemeniya fosîl û mêtingeriya li ser xwezayê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de dewleta Tirk û êrîşên wê yên bi gaza kîmyewî jî hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de ya ku bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Kurd a Avûstûryayê (FEYKOM) û enternasyonalîstan de pêk hat, dewleta Tirk a ku gazên kîmyewî bi kar aniye û dewletên din ên mêtinger hatin protestokirin.

Çalakvanan bal kişandin ser bikaranîna sotemeniya fosîl, texrîbat û mêtingeriya li ser xwezayê.

Ji xeynî Kurdan komên ji Kolombiya, Brezîlya, Kanada û Afrîkayê û gelek gelên din beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de bênavber dirûşmên "Dîktator Erdogan", "Jin, jiyan, azadî", "Faşîst Erdogan", "Eslebe Kurdistan" hatin berzkirin.

Çalakiya ku bi qasî saet û nîvekê dewam kir, ji pêşiya otela Marrîottê heta Karslplatzê domiya.