Erdogan li Berlînê bi çalakiyeke girseyî wê were şermezarkirin

Serokkomarê Tirk ku Serokwezîra Elmanyayê ji bo konferansa Libyayê ew ezimandiye Berlînê bi çalakiyeke girseyî wê were şememzarkirin.

Yekşemê, bi pêşengiya Hikûmeta Elman a Federal a bi serokwezîrtia Angela Merkel, bi mebesta dawîlêanîna şerê navxwe yê li Libyayê wê konferansek were lidarxistin. Ji DYE, Rûsya, Çîn, Ingilistanê, Fransa, Italya, Misir, Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî û Cezayirê wê lîder hazir bin. Merkel bang li Serokkomarê Tirk Erdogan jî kiriye. 

Her wiha wê Serokwezîrê Hikûmeta Mitebaqata Netewî ya Libyayê Fayiz es Serrac û General Xelîfe Heftar jî wê li konferansê hazir bin.

Li gel van navan Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yebûyî Antonî Guterres û ji Yekîtiya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê û Yekîtiya Ereb jî gelek navên payebilind wê hazir bin.

'SÛCDARÊN ŞER LAYIQÎ ÇI BIN EM Ê WÎ WIHA PÊŞWAZÎ BIKIN'

Ji ber ku di nav lîsteya ezimandiyan de Erdogan jî heye muxalefeta Elman xwe nerazî dike, her wiha Riseup4Rojava (Ji bo Rojava Serî Hilde!) ku di nav de gelek organîzasyon û sazî hene, ji ber sedema ku Erdogan wê were Berlînê xwe çalakiyeke girseyî re amade dike.

Yekşemê saet 10.00'an, dema ku Erdogan gihaşte Berlînê di navbeyna avahiya Serokwezîrtiyê û Meclîsa Federal de wê çalakî  çêbibe. #RiseUp4Rojava  kir di serî de dema êrîşên dagirker ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê, wê sûcên şer ên Erdogan kirin destnîşan kir û diyar kir sûcdarên şer çawa werin pêşwazîkirin Erdogan jî wê wiha were pêşwazîkirin.

#RiseUp4Rojava ji bo ku Erdogan ezimandina nav konferanseke wiha ya girîng a navnetewî şermezar kir û ev bang kir: ''Bi fermanda Erdogan çeteyan dişînin Sûriyê, ev ezimandin, wê hewesa dîktor Erdogan a ku bibe hêza super zêde bike.''