Enternasyonalîst Şehîd Piling li Fîrneze hate bibîranîn

Li bajarê Fîrenze ya Îtalyayê şervanê YPG’ê Lorenzo Orsettî (Têkoşer Piling) hete bibîranîn.

Bîranîna ku li Qada Pizzale di Ingresso alla Basilica destpê kir, bi sedann kes tevlî bû.

Bîranîna ku malbata Orsettî, komîteya Kurd û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl amade bûn, li ser navê Komîteya Kurda axaftin hate kirin. Di şexsê şehîd Piling ê li Rojava li dijî hişmendiya faşîzan a DAÎŞ’ê û AKP’ê de şer kir û şehîd bû hemû şehîdên şoreşê hatin bibîranîn.

Di axaftinann de hate gotin ku modernîteya demokratîk a li Rojava tê avakirin di serî de ji bo jin û şoreşa mirovavhiyê modeleke ev hate gotin: “Mezinkirina vê kaleyê û avakirina wê erkê her şoreşger û Kurdekî ye.”

Her wiha banga tevlîbûna çalakiyên ku wê 27’ê Hezîranê li Roma, Mîlano, Fîrenze, Bologna, Parma, Alessandria, Nuoro, Livorno, Ragusa, Palermo, Catania, Bolzano, Campobasso, Riage, Napol bên lidarxistin jî hate kirin.