Entellektuelên li cîhanê navdar: Rojava meseleya mirovahiyê ye

Entellektuelên li cîhanê navdar, akademîyen êrîşên dagirker ên Tirk şermezar kirin û peyama piştevaniya Rojava dan.

Akademîsyenan li dijî hêzên navnetewî ku bi bazarên genî destûr dane êrîşên dagirker ên Tirk helwesta xwe nîşan dan. Navdaran gotin talokeya qirkirinê li ser Kurdan heye û bal kişandin ser hişmendiya dijminatiya li Kurdan a Erdogan.

CHOMSKY: JI BO ROJAVA TIŞTA KU JI DEST ME TÊ DIVÊ WERE KIRIN

Zimanzan, feylezof û dîroknasê Emerîkî Noam Chomsky:

Trûmp piştî ku bi rezîlî teslîmî Erdogan bû, navê xwe li lîsteya serokên Emerîkayê yê yê pêşermînê danî, ku ev 45 sal in bi zalimî û alçaxî îxanetê li Kurdan dikin. Milîsên Kurd hinekî bi desteka DYE'yê bi hezaran can dan û piştî ku  DAÎŞ têk birin û li gel ku DYE'yê soz da ku li dijî êrîşên Tirkan berevaniyê li wan bike jî, cihê şermê ye ku Rojava bi însafa Erdogan û Esad bihêle. Giraniya sûcê ku hatî kirin, îxaneta Trûmp, ji bo ku destkeftiyên Rojava ku kana îlhamê ya rastîn a Kurdan e û ji ber vê, gefê li otokrasiyê û li kombûna desthilatdariyê ya di yekdestî de dixwe, dixe rîskê, fikaran zêdetir dike. Ji bo ku dawî li vê zilme were û berevanî li qurbaniyan were kirin, çi ji dest were divê were kirin.'

GIARDÎNÎ: ÊRÎŞ LI SER HÊVIYÊN ME HEMÛYAN E

Ji Zanîngeha Tre ya Romayê Prof. Federîca Gîardînî:

Berevaniya li Rojava, weke li deverên din ên cîhanê ên li dijî zilma ku tê kirin, tê maneya berevaniya li berxwedêrên li Rojhilata Navîn. Ji aliyê bi milyonan aktivîst, ramanger û akademîsyenan, çanda siyasî ya Kurd li nav jiyana rojane di nav jiyana rojane de, li ser têkoşîna ji bo navber-çandan, têkiliyên cihê û civakî dadmend ên zayendî û hurmeta li cîhanê geş bûyî, xweseriyek bêdewlet, diyarkirina çarenûsa xwe, demokrasiya rasterat û têkoşîna li dijî patrîyarkayê, bi rengê sêwirîna civakeke cihê û avakirina wê li einya pêş cih girt. Ev êrîşa tund û ku mirov dibehitîne ya li ser Kurdan, êrîşa li ser hêviya me hemûyan a li jiyaneke alternatîf e, hêrs û piştevaniya li çar aliyên cîhanê, nîşaneya xwedîlêderketina mînaka Rojava û biryardariya şopandina wê ye.'

AZZELLÎNÎ: ERDOGAN DIXWAZE DÎROKÊ BI PAŞ VE BIBE

Sosyologê bi eslê xwe Italî û li Emerîkayê dijî, Zanyarê Siyasetê Dr. Darîo Azzelînî:

Ji 9'ê Cotmehê û vir ve Tirkiye ya ku mezintirîn artêşa duyan a NATO'yê, li gel milîsên El Qaîde û DAÎŞ'iyên Îslamî li Rojava şer dikin. Hedefa vî şerê êrîşkar destkeftiya xakê ye. Bi giranî armanc ew e ku Kurdan û her wiha Sûryan, Xiristiyan, Êzîdî û Ereban qir bikin û wan bêcihûwar bikin. QSD ya ku bi pêşengiya şervanên Kurd gelek rehekên etnîk anîn cem hev, hema hema DAÎŞ bi temamî têk birin û li eniyên vî şerî 11 hezar windahî dan. Li Rojava modêla jiyanê ya gelek avaniyên etnîk ên herêmê û dînan hate avakirin. Xwerêveberî bi demokrasiya sereke û ji bo jinan bi wekheviya mafan karakterîze bû. Tirkiye û hêzên bi ser wan ve nûnertiya şer, sirgûn, qirkirin, xweşnebînî, nîjatperestî û otorîteriyê dikin. Îro Erdogan dixwaze dîrokê bi paş ve bibe. Tirkiye fantaziyên xwe yên Împaratoriya Osmanî venaşêre. Wê li Rojava biryar li ser çarenûsa tevahiya herêmê were dayin. Heke ev hevalbendî di planên Rojava de bi ser bikeve wê bi wir re sînordar nemîne. Li Rojava û li her deverê cîhanê divê em li dijî vî şerî rawestin. Ev meseleya mirovahiyê ye.

JONGERDEN: ERDOGAN KURDAN JI BO XWE XETERÎ DIBÎNE

Ji Zanîngeha Wagenîngen a Hollanda Sosyolog Dr. Josst Jongerden: 

Li Tirkiyeyê hişmendiya siyasî ya serwere li sînorê Sûriyeyê rêveberiya xweser a Kurd qebûl nekiriye û vê weke xeteriyeke ya nembanê dîtiye û weke ‘teror’ pênase kiriye. Bi êrîşê Tirkiye û dixwaze netew-dewletek a bi hêz li herêmê bide avakirin.

WESTRHEÎM:KURD LI BER GEFA QIRKIRINÊ NE

Seroka Komîsyona Welatîbûnê ya Tirkiye ya NY’yê û ji Zanîngeha Norwec a Bergen Prof. Karîane Westrheîm:

Ya rastî di nava du hefteyên dawî de Kurdên di bin manşetên dezgehên herî mezin ên navneteweyî de bi qirkirinê re rû bi rû ne. Li aliyê din li çar aliyên cîhanê mirov li dijî vê DYE û zilma wê di nava çalakiyan de ne. Bang li Kurdan dikin ku hem ji bo xwe û hem jî ji bo me ji rêya li ser diçin venegirin, em dostên we yên li derveyî welat, ji bo destekdayîna we em ê hemû rêyên dîplomatîk bikar bînin. Dibe em weke we rû bi rû yê hovîtiyê nebin, lê vê bizanin ku em bi we re ne û bi çalakiyên xwe li gel we ne.

MADER: DYE Û RÛSYA PIŞTEVANIYA DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ DIKE

Ji Zanîngeha Basel a Swîsreyê Sosyolog Prof. Ûelî Mader:
Êrîşa dewleta Tirk a li ser Bakur û rojhilatê Sûriyeyê û koçberkirina nifûsa li wir protesto dikim. Bi sed hezaran kes ji war û cihên xwe koç dikin. Ji van bi deh hezaran Kurdi in. Bi şaşmayî li destekdayîna DYE û Rûsya ya li binpêkirina hiqûqa navneteweyî dinêrim. Ji bo vê bûna xwedî helwesteke zelal a Neteweyên Yekbûyî girîng e.