Eniya Antî Faşîst: Em Erdogan şermezar bikin

Eniya Antî Faşîst bang kir ku Erdogan ê ku îro wê were paytexta Elmanyayê Berlînê, were şermezarkirin.

Bi pêşengiya Elmanyayê bi mebesta ku dawî li şerê navxwe yê li Libyayê were, bi tevlêbûna DYE, Rûsya, Çîn, Tirkiyê, Ingilistan, Fransa û Misrê îro li Berlînê konferanseke navnetewî wê çêbibe.

Serokwezîra Elman Merkel her wiha bang li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî kiriye ku tevlê konfeansê bibe. Ji ber ku bang li Erdogan jî hatiyr kirin ev bû sedema helwestan. Ji ber sedema ku Erdogan wê were îro li ber Meclîsa Federal îro wê xwepêşandanên protestoyî yên girseyî wê werin çêkirin.

Bi pêşengiya #RiseUp4Rojava (Ji bo Rojava rabe ser piyan) îro saet 10.00'an wê çalakî dest pê bikin. Eniya Antî Faşîst jî ji bo xwepêşdanê bang kir. Eniya Antî Faşîst ku gelek komên çepgir ên Elman di nav de ne, xwest ku Erdogan li Berlînê bi çalakiyan were pêşwazîkirin.

'ERDOGAN LI SER ŞOPA HÎTLER E''

Eniya Antî Faşîst di daxuyaniyê de got, nayê qebûlkirin ku dîktatorekî mîna Erdogan li Elmanyayê were ezimandinê û got, ''Erdogan li ser şopa Hîtler diçe.''

Eniya Antî Faşîst diyar kir Erdogan zextê li ser muxalefetê û çapemeniyê dike, her cure mafê mirovan diqedîne, bal kişande ser sûcê dewleta Tirk û çeteyan ên li Rojavayê Kurdistanê û got, ''Dema ku mirov van hemû tiştan bîne ber çavan Erdogan heq dike ku were porestokirin.''