Endamên PCF’ê serdana çalakgerên greva Strasboûrgê kirin

Di saetên danê şevê de komek ji sekrekterên herêma 63. PCF’ê serdana çalakgerên çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasobûrêg dewam dike, kirin.

Sekrekterên Herêma 68’emîn a Partiya Komunîst a Fransa serdana çalakvanên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, kirin.

Di serdanê de Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî û anî ziman ku armanca wan bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bibîr xist ku gefên qirkirinê li dijî Kurdan tên kirin.

‘EM ERKA CPT’Ê TÎNIN BÎRA WÊ’

Ji çalakvanên çalakiyê û Parlementera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan anî ziman ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ji sala 2011’an ve hatiye destpêkirin. Ocalan da xuyakirin ku wek malbat daxwazên wan ên hevdîtinê tên redkirin, diyar kir ku tecrîd sûcekî yê mirovahiyê ye. Ocalan destnîşan kir ku ti daxwaz ji CPT’ê, KE û PE’yê nekirin û bi çalakiyên erka wan tîne bîra wan.

 ‘BI HEV RE TÊKOŞÎNÊ WÊ FAŞÎZMÊ TÊK BIBE’

Dîsa ji çalakvanên grevê Mehmet Nîmet Sevîm bibîr xist ku yek ji hevkarên ku Kurdistan kirin çar parçe Fransa ye. Sevîm anî ziman ku tecrîda îro li ser Ocalan tê kirin ne tenê Tirkiye berpirs e, dewletên emperyalîst jî hevkarên vê tecrîdê ne.

‘TÊKOŞÎNA WE TÊKOŞÎNA ME YE’

Li ser navê Partiya Konunîst a Fransa (PCF) Chrîstîan Grosse anî ziman yek ji sedemê wan ê serdanê piştgirîkirina çalakiya greva birçîbûnê ye, diyar kir ku gelê Fransa bi mebesta destekê li vir in.

Grosse bal kişand ser êrîşa Kanûna 2018’an a li Strasboûrgê ya çeteyên DAÎŞ’ê û got: “Têkoşîna we têkoşîna me ye. Ji bo gihandina serketinê ya vê têkoşînê , divê em raya giştî ya Fransayê qezenç bikin.”

Grosse da xuyakirin ku ji bo piştgirîkirina bi gelên hejar re yek ji armancên Partiya Komunîste û got: “Îro li dijî êrîşên li ser Kurdan erka Partiya Komunîste cih li gel Kurdan bigire. Eger ku ev yek nebe ji xwe ti wateya komunîstiyê namîne.

Chrîstîan Grosse anî ziman ku rizgariya gelê Kurd û azadiya Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn tê wateya jiyan û aştiyê. Gosse diyar kir ku li gel xebatên ji bo raya giştî wê li parlementoyê jî çalakiya wan bikin rojev.