Elmanya wê kontrolên li ser sînorê Çekya û Polonya zêde bike
Hikumeta Elman ragihand ku wê kontrolên li ser sînorê Polonya û Çekyayê zêde bike.
Hikumeta Elman ragihand ku wê kontrolên li ser sînorê Polonya û Çekyayê zêde bike.
Wezîra Karên Hundir a Elman Nancy Faeser bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li sînorên bi Polonya û Çekyayê re ku welatên endamê Schengenê ne, nuqteyên mayinde yên kontrolê ava bikin. Li ser dema destpêkirina vê hewldanê Faeser agahî neda û got, "Ji bo karibin li dijî bazirganên mirovan têkoşîneke hîn baş bê meşandin, em ê kontrolên li ser sînor hîn bi xurtî bikin."
Çavkaniyên nêzî hikumetê diyar kirin ku tedbîr wê îro bêne ragihandin.
Li vî welatî ku pirsgirêka koçberiyê di asta herî bilind de ye, ji ber pêla koçberiyê ya sala 2015'an li ser sînorê eyaleta Bavyera yê bi Awûstûryayê re nuqteyên kontrolê yên mayinde hatibûn avakirin.
Di sala 2023'an de di asta rekorê de koçberan xwe li vî welatî girtin, her wiha partiya rastgiriya tund a dijberê koçberan AfD'ê dengê xwe zêde kir. Lewma jî fikar hene ku partiyên siyasî yên navendî li dijî koçê tedbîrên tund werbigire.