Elmanya biryara girtina siyasetmedarê Kurd Ocalan da

Di derbarê siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan ê duh li ser daxwaza Serdozgeriya Federal a Elmanyayê li Heîlbronnê hatibû destgîrkirin, biryara girtinê hate dayîn.

Piştî hevdîtina hefteya borî ya Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlûç Çawîşoglû ya li paytext Berlînê û şûnde zextên dewleta Elman a li ser Kurdan zêdetir bûn. Polîsan roja Înê li Nurnberê piştî avêtin ser Mala Gel a Medya û Makbûle Kartal, piştre li Heîlbronê avêtin ser mala Hevserokê Federasyona Civakên Kurd  (FCK-BW-BAYERN) Saît Ozturk.

Derket holê ku siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan ê li mala Ozturk li ser zik li erdê hate dirêjkirin û destgîrkirin, di derbarê wî de ji aliyê Serdozgeriya Federal a navenda wê li Karlsrûhenê ye du salin lêpirsîn bi rêve dibe. Serdozgerê Federal ê di daxuyaniya xwe de têkildarî lêpirsîna ji sala 2019’an ve li ser Ocalan dayî destpêkirin, diyar kir ku siyasetmedarê Kurd ê piştî îro derket pêşberî dadgeha nobedar û şûnde hatiye girtin.

Li gorî lêpirsîna bi madeya 129b hate îdîakirin ku Ocalan endamê ‘rêxistina terorê ya biyanî’ ye, Ocalan li gelek bajarên dikevin başûrê Elmanya ‘berpirsê herêmî’ yê PKK’ê ye û li ser navê PKK’ê kar dike.

Abdullah Ocalan ê salên dirêj in li sirgûnê dijî, piştî hewldana jehir danê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a sala 2007’an li Strasbûrgê yek ji çalakvanên greva birçîbûnê ya hatî destpêkirin bû. Ocalan 39 rojan li gel 18 siyasetmedarên Kurd ketibûn grevê.

Piştî êrîşa 11’ê Îlona 2001’ê û şûnde ‘yasaya antî terorê’ ya hatî derxistin û bi navê ‘129b’ tê nasîn, ji bo endamên El Qaîdê li Elmanyayê bên girtin û darezandin, hatibû derxistin. Lê ji ber ku yasa ‘Rêxistinên terorê yên biyanî li xwe digire’ bi demê re Têkoşîna Azadiya Kurdistan di serî de şoreşgerên Tirkiyeyî, Filistînî û Tamîlî jî di nav de li dijî tevgerên çep/sosyalîst jî dikeve dewreyê.

Piştî sala 2010’an li ser fermana Wezareta Edaletê PKK xistina nava ‘129b’ û şûnde di derbarê Kurdan de, bi rehetî û bê ku delîlek bê nîşandan lêpirsîn li ser hev hatin vekirin. Piştre derdorî 20 siyasetmedarên Kurd û aktivîst ên bi daxwaza stirînê ji Elmanya nêzîkatiya ‘terorîst’ hatin kirin û girtin zindanê.

Buroya Hiqûqê ya Azadî ku ji bo alîkarîkirina lêpirsînên hiqûqî yên derbarê Kurdan ên li Elmanya hatiye avakirin, ragihand ku di halê hazir de lêpirsînên siyasî û dozên hatine vekirin bi giştî 11 siyasetmedarên Kurd/siyasetmedar girtî yan hikûmxwarî ne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi îdîanameyên tên kopîkirin siyasetmedarên Kurd û aktivîst ên darezandin.