Elmanya: Bi alîkariya rêveberiya Kurd, me DAÎŞ'î anîn

Wezîrê Dewletê Mîchael Roth li ser teslîmwergirtina jin û zarokên DAÎŞ'î ji Bakur û Rojhilatê Sûiryeyê agahî da û got, "Me bi alîkariya rêveberiya Kurd, DAÎŞ'î anîn."

Anîna çeteyên DAÎŞ'ê û malbatên wan ên welatên Elman ji bo Elmanyayê, yekemcar di rojên dawî yên meha Kanûna 2020'î de ketibû rojevê. Piştî ku heyeta ji rayedarên Elman û Fînlandiyayê li bajarê Qamişloyê bi Rêveberiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk protokolek îmze kir, DAÎŞ'î teslîm wergirtibûn.

Di çarçoveya protokolê de, ji kampên Roj û Holê 3 jin û 12 zarok radestî Elmanyayê, 2 jin û 6 zarok radestî Fînlandiyayê hatin kirin. Tevî ku protokol hate îmzekirin jî Wezîrê Karên Derve Heîko Maas û rayedarên din ên Elman, navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilêv nedikirin.

'HEVDÎTINAN ZÊDEYÎ MEHEKÊ DEWAM KIRIN'

Partiya Çep di beşa pirs û bersivê ya Meclîsa Federal de ji hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel pirsî bû, ku di mijara anîna DAÎŞ'iyan de hikumetê di kîjan astê de pêwendî bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re danî û rojên bê wê hîn çend kesên din bîne.

Ji bo pêşnûme pirsa ku ji aliyê Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût ve hate amadekirin, Wezîrê Elman ê ji Karên Ewropayê Berpirsyar Mîchael Roth vê sibehê bi rengê nivîskî bersiv da. Di bersiva kurt de ku gihîşt ANF'ê, Wezîr Roth diyar kir ku di anîna welatiyên Elman de gelek aktoran rol lîstin û ev agahî da: "Bi rêveberiya Kurd a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re di vê mijarê de zêdeyî mehekê me danûstandin kir."

Wezîrê Elman diyar kir ku hevdîtinên bi rêveberiya Kurd re hate kirin bi giranî li ser nasname û cihê kesên bên anîn bû.

Wezîr Roth anî ziman ku dema bê jî ew plan dikin gelek zarokan bînin û têkildarî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îdîayeke ecêb kir. Roth got, "Ji bo daxwaza me ya anîna jinan, rêveberiya Kurd diyar kir ku lêpirsîna têkildarî kesên navborî hîn neqediya ye û ev daxwaza me red kir."