Ecevît Pîroglû bi şert hat berdan

Ecevît Pîroglû ku 3 sal in bi daxwaza radestkirina Tirkiyeyê di zindanê de tê girtin, bi şertê ku ji Sirbîstanê dernekeve hat berdan.

ECEVÎT PÎROGLÛ

Penaberê siyasî Ecevît Pîroglû ku di Hezîrana 2021’an de li Sirbîstanê hat girtin û Tirkiye daxwaza radestkirina wî dike, hat berdan. Hate hînbûn ku Pîroglû bi şertê ku ji Sirbîstanê dernekeve hatiye berdan.

Berdevkê Platforma Dengê Girtiyan (TSP) Bakî Gul ji bo Pîroglû got: “Beriya nexweşxaneyê birin kampê, pişre birin qereqolê. Niha jî azad bû.”

Pîroglû ku biryara berdana wî hatibû dayîn, lê ji aliyê polîsên Sirbîstanê ve hate binçavkirin û birin kampa ku koçber/penaber lê tê girtin, ji bo azadiya xwe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Pîroglû ku ketibû bin 45 kîloyan û rewşa tendurîstiya ve nebaştir dibû, di 26’ê Hezîranê de li ser banga Partiya Komunaran a Şoreşger /Hêzên Yekbûyî yên Azadiyê (DKP/BOG) di roja 136’an de çalakiya xwe bi dawî kiribû.