Du çalakgerên Strasboûrgê rakirin nexweşxaneyê-NÛ BÛ

Li bajarê Fransa Strasboûrgê ji çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger Yuksel Koç û Denîz Surgut rakirin nexweşxaneyê.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê di roja 118’an de ye. Ji çalakgeran Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç û parêzer Denîz Surgut îro rewşa wan xerab bûn. Li qada çalakiyê piştî ku li tendurisitya Koç û Surgut hate kontrolkirin, ew rakirin nexweşxaneyê.

DEMA KU ÎLTÎHABA KEZEBÊ NEHATE TEDAWÎKIRIN, REWŞ GIRAN BÛ

Dr. Fahrettîn Gulşen ê ku ji serê çalakiyê ve tendirustiya çalakgeran kontrol dike, diyar kir ku Yuksel Koç pişika wî îltîhab girtiye û ji ber ku tedawî red kiriye, rewşa wî giran bûye.

Dr. Gulşen diyar kir ku îltîhaba pişikê rewşeke giran e û ji ber vê Koç rakirine nexweşxaneyê.

ÊŞÊN MASÛLKE Û HESTIYAN ÊN SURGUT ZÊDE BÛ

Dr. Fahrettîn Gulşen diyar kir ku Denîz Surgut êşên wî yên masûlke û hestiyan zêde bûye ji ber vê van êşan mehdê wî li hev dikeve û serê wî gêj dibe.

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç di roja 47’emîn a çalakiyê tendirustiya wî xerab bûbû û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Koç tedawî red kiribû.

Dr. Fahrettîn Gulşen diyar kir ku rewşa 12 çalakgerên din jî giran e û dibe ku tendirustiya wan jî xerab bibe.