Doza Kenan Ayaz: Dadger bûn cihê gumanan
Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz li Dadgeha Bilind a Hambûrgê diyar kir ku têkildarî doza PKK'ê dadger xwe li aliyekî datînin, lewma baweriya bi bêalîtiya dadgehê winda bûye.
Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz li Dadgeha Bilind a Hambûrgê diyar kir ku têkildarî doza PKK'ê dadger xwe li aliyekî datînin, lewma baweriya bi bêalîtiya dadgehê winda bûye.
Di rûniştina bingehîn a 6'ê Sibatê de, parastinê diyar kir ku sê dadgeran xwestin bandora siyasî ya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li ser dozê bidin aliyekî, lewma baweriya bi bêalîtiya xwe winda kiriye.
Dadgehê, delîlên ku parastinê xwest pêşkêş bike, dagirkeriya Tirkiyeyê ya hiqûqa navneteweyî û xalên li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Iraq û Rojava red kir.
Dadgehê di rûniştina beriya niha de daxwaza xwendina nivîseke rojnameyekê ya li ser daxuyaniyên Erdogan ên têkildarî pêvajoya PKK'ê ya li Hambûrgê red kiribû.
Erdogan di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku serdana wî ya li Berlînê rûpelekî nû di têkiliyên kûr ên bi Elmanyayê re vekiriye û bal kişandibû ser Kenan Ayaz ku li ser daxwaza dozgeriya federal li Qibrisê hate girtin, radestî Elmanyayê hate kirin û kêfxweşiya xwe ya ji ber vê dozê anîbû ziman.
Parastinê her wiha helwesta dadgehê ya ku naxwaze bandora gengaz a îadekirina Kenan Ayaz a ji bo dewleta Tirk bê lêkolînkirin, weke helwesteke alîgiriyê nirxand. Ji ber vê yekê jî bêbaweriya li bêalîtiya dadgerên li doza Kenan Ayaz helwesteke maqûl e.
Hate ragihandin ku nêzîkatiya dadgehê ya ku daxwazên parastinê ji nedîtî ve tê, şert û mercên li Tirkiyeyê nabîne, bi xemsarî nêzî rabirdû û têkoşîna Kenan Ayaz tê, di heman demê de tunehesibandina têkoşîna tevgera Kurd a li Tirkiyeyê ye.
Dadgeh piştî ku biryar li ser daxwaza guhertina dadgeran da wê biryarê bide ku darizandin bê dewamkirin yan na.