Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an a neserkeftî, piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan desthilata xwe xurt kir, bi temamî ji nirxên rojava qut bû, rageşiya di navbeyan Enqerê û Berlînê hate ber qutbûnê lê 2018'an ev krîza di navbeyna Enqerê û Berlînê de hate jibîrkirin û hevkariya wan a dijî Kurd, di qada siyasî û leşkerî de hate geşkirin.
Gotinên Erdogan ku rêveberiya Elmanya şibande ya Naziyan hate jibîrkirin, welatiyên Elman ên ku rejîma Erdogan ew sûcdar dikirin hatin girtin, çavê xwe jê re hate girtin ku MÎT Elmanya weke hewşa xwe bi kar bîne, demeke dirêj li bara çeteyên Enqerê xwe kerr kirin, biryarên guşarê yên ku rêveberiya Berlînê li ser Enqerê stantibûn jî ji çav re man. Hikûmeta Merkel ku 14'ê Adarê bi fermî dest bi kar kir, bi rejîma Erdogan re rûpeleke nû vekir û fatoreya rûpela nû jî li ser Kurdan hiştin.
Meha Çile di êrîşa dagirker a ser Efrînê de ku artêşa Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê dane destpêkirin, li gel helwesta raya giştî û muxalefetê jî her cure çekên Elman di dagirkirina Efrînê de hate bikaranîn û Berlîn xwe kerr û kor kir. Her wiha rêveberiya Berlînê destûr dabû ku pergala parastinê ya tangên Leopard 2, ku berê firotibûne dewleta Tirk, werin nûjenkirin. Her wiha li dijî Kurdên li Elmanyayê 'operasyonên qirkirina siyasî' mîna yên ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdsitanê dibûn, hatin kirin.
ÇAYGERÊ REJÎMA ERDOGAN
8'ê Çile Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mewlût Çavuşoglu û hevtayê wî Sîgmar Gabrîel li Elmanyayê civiyan. Du hevta weke ku destbirakên hev bin poz dan. Gabrîel li ber çapemeniyê çay gerand û beriya ku ji ser kar biçe, bi navê ''çaygerê rejîma Erdogan'' kete dîrokê. Ev dîmenên ku wê rojê li baxçeyê mala Gabrîel hatin kişandin wê bi rengê rûpela nû ya di navbeyna Elmanya û Tirkiyê de bihatana binavkirin.
Çapemeniya Elman li ser vê ezimandina Gabrîel got, ''Li Goslarê Gabrîel û Çavuşoglu serdema qeşayî ya dîplomatîk bi dawî kirin'' û ''Elmanya û Tirkiye dîsa nêzî hev dibin''.
DAGIRKERIYA BI ÇEKÊN ELMAN
Artêşa Tirk 20'ê Çile ya 2018'an êrîşa li ser Efrînê da destpêkirin. Elmanyayê 15'ê Çile ya 2018'an firotina çekan a ji bo Tirkiyê pejirand. Wezareta Aboriyê ya Federal destûr dabû ku ji 31'ê Tîrmeha 2016'an û heta wê demê bi bihayê 14 milyon Euro çek û teçhîzatên leşkerî bifiroşe Tirkiyê. Her wiha hikûmeta Elman Cotmeyê bi Tirkiyê re li hev kiribû ku 120 tangên bi tîpa M60 ên Tirk werin nûjenkirin. Ev tangên ku Elmanya ev nûjen kirin di êrîşên ser Efrînê de hatin bikaranîn.
Piştî ku dîmenên tangên Leopard 2 di dagirkirina Efrînê de xuya kirin bernameya 'Monîtor' a di ARD'ê de weşiyayî bal dikişand ser wê ku di êrîşa ser Efrînê de artêşa Tirk bi techîhazên leşkerî yên Elman hatiye zexmkirin.
Lîsansa tifingên di dest leşker û çeteyên Tirk de yên êrîş dibirin ser Efrînê, ya frîmaya çekan a Elman 'Heckler & Koch bûn. Her wiha wesayitên leşkerî ku tangên artêşa Tirk dibirin ser sînorê Efrînê jî Mercedes a Elman hilberandibû û firotibû Tirkiyê. Her wiha motorên tangê M60 jî ji hêla fîrmayên Elman ên MTU ve Renk ve hatibûn çêkirin.
Hikûmeta Merkel ku li Efrînê bi destê artêşa Tirk kuştina sivîlên li Efrînê dengê xwe dernedixist helwesta xwe nerasterast nîşan dida. Wezîrê Karê Derve Sîgmar Gabrîel ragihand, heta ku hikûmeta nû ava bibe plana nûjenkirina Leopard 2 û her cure îxracata çekan a ji bo Tirkiyê hatiye rawestandin.
Lê li gel helwesta tund a raya giştî ya Elman û muxalefetê jî dostaniya Tirkiyê û Elmanya ya ser çekan piştî dagirbûna Efrînê geştir bû.
Di navbeyna 14'ê Adara 2018'an û 30'ê Hezîrana 2018'an de Berlînê destûr da 4 peymanên firotina çekan a da bi bihayê nîv milyon Euro.
ERDOGAN PÊŞÎ YILDIRIM ŞAND
Piştî Çavûşoglu Serokwezîrê wê demê yê Tirk Bînalî Yildirim li Elmanya hate ezimandin. Merkel bi xaliya sor Yildirim pêşwazî kir.
Piştî hevdîtina bi saetekê Merkel û Yildirim daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniya çapemeniyê de rewşa nûçegihan Denîz Yucel, ku rejîma Erdogan ew rehîn girtibû, bû mijar. Li ser pirsa ''Denîz Yucel naxwaze bibe parçeyek ji bazara genî, di ber Yucel de wê çek ji bo Tirkiyê werin firotin'' Merkel nedikarî ku bersivê bide.
Merkel gotibû divê di navbeyna du mijaran de têkilî neyê danîn û got, ''Bi Tirkiyê re bi çarçoweya endamtiya NATO'yê hevkariya me heye''. Lê rastî ne wiha bû, piştî hevdîtina Merkel û Yildirim hê rojek neqediyayî nûçegihan Yucel ê ku ew salekê rehîn bû hate berdan.
DESTEKA JI BO SAZIYA ERDOGAN DOM KIR
Her wiha alîkariya hikûmeta Merkel a j ibo saziya bi ser diyaneta Tirk DÎTÎB'ê jî, ku ev sazî mîna şûbeya rejîma Erdogan li Elmanya dixebitî, dom kir. Derkete holê ku 2017'an 724.911 Euro alîkariya pereyan bi DÎTÎB'ê hatiye kirin û her wiha 2018'an jî pereyekî zêde hikûmeta Merkel daye DÎTÎB'ê.
Hate gotin hikûmetê ji 2012'an û vir de bi kêmanî 6 milyon Euro alîkariya pereyan daye DÎTÎB'ê.
Destpêka 2017'an dema ku navbeyna rejîma Erogan û hikûmeta Merkel ne baş bû, bi belgeyan hatibû parvekirin bê ka melayên DÎTÎB'ê çawa li mizgeftan bi navê weazan propagandaya Erdogan dikin û di dersên dînî de çawa li zarokan sîxûrtiyê ferz dikin.
Her wiha dema ku dewleta Tirk êrîş li ser Efrînê dabû destpêkirin weke ji Diyaneta Tirk re tê şandin talîmat ji DÎTÎB'ê re jî hatibû şandin. Ataşeyê Xizmetê Dînî yê li Seferetxana Berlînê yê Tirk peywirdar, Ahmet Fuat Çandir li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal talîmat da ku li mizgeftan ''Ji bo serfiraziyê dia ji leşkerên me re bikin.''
Her wiha di mizgefteke dî ya DÎTÎB'ê de , ya li Herfordê jî kincên leşkerî li zarokên 4-7 salî hatibû kirin, bi çekên pêlîstokî, sirûdên nîjatpest bi wan dane xwendin.
ELMANYA NEÇAR MA KU ÇETEYÊYAN QEDEXE BIKE
Çeteya bi navê 'Osmanen Germanî' (Osmaniyên Elmanyayî) ku 2014'an hatibû avakirin, bi daxuyaniyeke Wezîrê Karê Navxwe Hors Seehofer hate qedexekirin. Wezaretê got çeteya navborî li ser jiyana mirovan, li ser mal û milk û azadiyê û bi giştî li ser ewlehiya giştî 'gefeke giran e'. Polîsan li eyaletên Bayern û Hessenê bi ser mal û kargeha çeteya navborî de girt û dest li ser gelek dokuman û malzemeyên bûroyan danîn.
Çeteya navborî girêdayî rejîma Erdogan bû û her cure karê qeçaxiya çekan, bazirganiya mirovan, madeyên tiryakê dikir û li dijî Kurdan êrîş dianîn.
ZEXTA KU SER KURDAN ZÊDE BÛ
Dewleta Elman ku li dijî çeteyên Erdogan ên sûcdar ji çav re qedexe dianî, lêpirsîn dikir û didarizand 2018'an mîna operasyonên qirkirina siyasî ya ku dewleta Tirk li ser Kurdan dikir, li welatê xwe li dijî Kurdan sazkar kir. Bi hincetên pûç û vala bi ser saziyên Kurdan de girtin, dest li ser pirtûkên Kurdî danîn, parvekirinên medyaya sosyal bûne 'sûc' û zext li ser wan Elmanan kirin ku li pişt Kurdan disekînin.
Her wiha meha Çile û Sibatê 50 lêpirsînên din li ser siyasetmedarên Kurd hatin destpêkirin. Kurdên ku ji rejîma Erdogan reivyan li Elmanyê hatin deqkirin.
Di serî de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li dijî alayên PYD, YPG, YPJ'ê polîsên Elman çavnebariya xwe domandin.
Wezareta Navxwe 2'yê Adara 2017'an bi giştînmayekê xwestibû ku alayên PYD, YPG, YPJ'ê jî di nav de, alayên gelek partî û saziyên NKurd were qedexekirin. 29'ê Çile ya giştînameyeke dî hate ragihandin 3u hate xwestin ku li Elmanya li hemû Eyaletan qedexeya li ser PKK'ê were bicihanîn.
Di giştînameyê de lê hate rawestandin ku li deverên ji raya giştî re vekirî, hemû sembol, nivîs, dengên ku PKK'ê bi bîr dixin qedexe ne. Di giştînameyê de gotinên derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan balkêş bûn, hate xwestin qedexeyeke berfireh li ser wêne, deng û dîmenên Ocalan were danîn. Jixwe piştî vê giştînameyê li Elmanyayê operasyona qirkirina siyasî ya li ser Kurdan hate jidandin.
XALIYA SOR JI DÎKTATOR RE DANÎN...
Rêveberiya Berlînê herî dawî xaliya sor danî ber Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku van salên dawî Erdogan ji rêveberiya Berlînê re digot, ''Firazeya we ya Nazî ye'', ''Hûn paşbaxçeyê rêxistinên terorê ne'', ''Ez guh nadimê bê ka Hans çi dibêje, ez ê guh bidim bê ka gelê min çi dibêje.''