Di navbera Fransa û Swîsreyê de aloziya li ser F-35

Fransa ku DYE, Awûstralya û Qraliyeta Yekbûyî 'gelekî aciz' bûye, her wiha ji Swîsreyê jî bi hêrs bûye, ji ber ku li şûna Rafaleyên Fransayê, balafirên şer ên F-35 ên DYE'yê dikire. Hevdîtina navbera lîderê herdu welatan hate betalkirin.

Swîsreyê li şûna kirîna balafirên Rafele, biryar da ku balafirên F-35 ên DYE'yê bikire. Ev yek jî bû sedem ku hevdîtina navbera Serokê Konfederasyona Swîsreyê Guy Parmelin û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bê betalkirin.

Hate ragihandin ku Parmelin ji bo hevdîtina meha Mijdarê wê neçe Parîsê.

Li gorî agahiyan, Fransayê ev serdana ku beriya şeş mehan hate plankirin betal kiriye.

Hate ragihandin, ji ber ku Swîsreyê biryar daye balafirên şer ên F-35 ên DYE'yî yên bi buhayê 6 milyar frankan bikire, hevdîtin hatiye betalkirin.

Çavkaniyên dîplomatrîk diyar kirin, ku Swîsre tevî ku biryar wergirtiye ku balafirên Emerîkî bikire, danûstandinên bi Fransayê re dewam dike û ev yek jî li Parîsê bûye sedema nerazîbûnê.

Serokê Konfederasyona Swîsreyê herî dawî beriya sê salan serdana Fransayê kiribû.

PAKTA DYE, AWÛSTRALYA Û QRALIYETA YEKBÛYÎ

Betalkirina serdana Parmelin di demeke welê de hate kirin ku di navbera Fransayê û Awûstralya, DYE û Qraliyeta Yekbûyî de alozî heye.

Peymana navbera Fransa û Awûstralyayê ya li ser firotina 12 keştiyên binê avê ya sala 2016'an hate îmzekirin, ji aliyê Canberra ve hatibû betalkirin. Dihate payin ku peymana keştiyê binê avê wê 56 milyar dolar bi pîşesaziya deryayî ya Fransayê bida qezençkirin. Fransayê ev biryar weke 'xençerkirina ji pişt ve' pênase kir û bang li sefîrên xwe yên bilind ên li DYE û Awûstralyayê kiribû. Ji bo Qraliyeta Yekbûyî jî gotibû 'Ji xwe oportunîzma xwe ya timî tê zanîn' û diyar kiribû ku pêwîstî bi vekişandina sefîrê bilind nîne.

Di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), Qraliyeta Yekbûyî û Awûstralyayê de li qadên ewlekarî, parastina sîber, hişê çêkirê û teknolojiyê de ji bo pêşîgirtina li bandora Çînê hevkariyeke berfireh hatibû îmzekirin. Navê AUKUS li vê yekê hatibû kirin.

FRANSA: BAWERÎ HATIYE BINPÊKIRIN, KAR DI RÊYA XWE DE NAÇE

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian diyar kir ku sabotekirina 'peymana sedsalê' bûye sedema rûdana 'krîzeke giran'. Le Drian ji qenala televîzyonê ya France 2 re axivî û diyar kir ku bangkirina li sefîrên bilind 'sembolîk' e û têkildarî aloziya navbera DYE û Fransayê de wiha axivî: "Li holê derew heye, durûtî hate kirin, bawerî hate binpêkirin. Di navbera me de kar di rêya xwe de nameşe."

Le Drian destnîşan kir ku divê Ewropa xwedî rêgeha xwe ya stratejîk be û got, "Ev yek wê di nîvê destpêkê yê sala 2022'an de di berpirsyariya Fransayê de be" û bal kişand ser wê yekê ku serokatiya demê ya Yekîtiya Ewropayê di 1'ê Çileyê de derbasî Fransayê bibe.

'DIVÊ EWROPA YEK BE'

Le Drian bi bîr xist ku DYE'yê bêyî bi tifaqên xwe bişêwire bi rengekî tund ji Efganistanê vekişiya û helwesta di dosya keştiyên binê avê de bi bîr xist. Le Drian got, "Ewropî ji bo karibin di dîrokê de bimînin divê yekîtiya xwe hebe. Eger xwe neçar nebînin ku bi hev re berjewendiyên xwe biparêzin, hingî çarenûsa xwe wê gelekî cuda be."