Di Mîhrîcana Elewiyan ya li Brîtaniyeyê de ‘aştî’ û ‘edalet’ hat xwestin

Di 11’emîn Mîhrîcana Elewiyan a Brîtanyayê de ku bi hezaran kes beşdar bûn û gelek hunermend derketin ser dikê, stran û helbestên ji bo "aştî" û "edaletê" hatin gotin.

Mîhrîcana Elewiyan a Brîtanyayê ku yek ji mezintirîn mîhrîcanên Elewiyan ên li Ewropayê ye, îsal bi dirûşmeya 'Aştî û edalet' cara 11'emîn pêk hat.

Lonrayê Ji bo hefteyekê ji panel, semîner, şano, atolyeyên taybet ji bo zarokan, pêşangehên wêneyan malovanî kir û konserên mezin lê hat li dar xistin.

Ji bilî Cejna Elewiyan, mijara sereke ya mîhrîcanê ku bi hezaran kes bi hemû ziman, nasname, reng û cudahiyên xwe ve hatin cem hev, “edalet û aştî” bû.

Di bangên ji bo mîhrîcanê hatin kirin de hat gotin, "Em hemû ji bo edalet û aştiyê werin ba hev û em bibin yek."

Ji gelek ziman, bawerî û nasnameyan hunermendên weke Kurd, Yewnan, Îngilîz û Tirk bi stranên xwe bersiv dan van bangawaziyan.

Bi dehan rewşenbîr, rojnameger, hunermend û nivîskarên wekî Can Dûndar, Çîlem Kuçukkeleş, Bariş Atay, Osman Baydemîr, Abbas Tan, Turan Eser, Ferhat Tunç, Oguz Aksaç, Alî Sizer, Erdal Yapıcı, Ayfer Duzdaş, Suna Alan, Pinar Aydinlar, Ganî Alîbabşenao beşdar bûn û di dawiya her hevokê de banga  'berxwedan û têkoşîna' û 'wekhevî, azadî, edalet û aştiyê' cih digirt.

Di mîhrîcana ku tê de peyama ku Elewîtî ji aliyê olî ve bi xweşbînî, aşitî û azadiyê hatiye xemilandin de, bi findên ku dayîkan, pîran û bavan ve hatiye pêxistin daxwazên "aşitiyê" hatin kirin.

Li gel geşedanên li Tirkiye û Kurdistanê, bertekên li dijî faşîzma AKP-MHP'ê û bilindkirina têkoşîna hevpar bû hêmana sereke ya axaftinên li mîhrîcanê.

Rêxistinên girseyî yên demokratîk ên Kurdistan û Tirkiyeyê yên li Îngilîstanê di axaftinên xwe yên li qada vekirî de bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî kapîtalîzm, mêtingerî, zext û faşîzmê.

Di mîhrîcanê de berxwedana malbata Şenyaşar û dayikên Şemiyê hatin silavkirin, hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de bi hezaran girtiyên siyasî hatin silavkirin.

Bi hezaran kes beşdarî konserên li derve bûn ku 3 rojan berdewam kir. Di konserên ku stran û gotinên kurdî hatin gotin de bi hezaran kes bi stranên "Yuh yuh", "Bir şey yapmali", "Ozgurluk Mahkumlari", "Ciao bella" û "Desmal" hatin guhdarîkirin.

Di mîhrîcana ku tê de peyama ku Elewîtiya olî bi xweşbînî, aşitî û azadiyê hatiye hûnandin hat dayin de, li ser cem û çirayên ku ji aliyê pîr, dede û dayikan ve hatî pêxistin, daxwazên “aşitiyê” hatin kirin.

Di axaftinên li mîhrîcanê hatin kirin de hêmana sereke ya axaftinan tekezkirina li ser geşedanên li Tirkiye û Kurdistanê, bertek û têkoşîna hevpar a li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bûn.

Rêxistinên girseyî yên demokratîk ên Kurdistan û Tirkiyeyê yên li Brîtanyayê di axaftinên xwe yên li qada vekirî de kirinî bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî kapîtalîzm, mêtingerî, zext û faşîzmê.

Di mîhrîcanê de berxwedana malbata Şenyaşar û dayikên Şemiyê hatin silavkirin, hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de bi hezaran girtiyên siyasî hatin silavkirin.

Bi hezaran kes tevlî konserên li derve bûn ku 3 rojan berdewam kir. Di konserên ku stran û gotinên Kurdî hatin pêşkêşkirin de bi hezaran kes bi stranên “Yûh yûh”, “Bîr şey yapmali”, “Ozgurluk Mahkumlari”, “Ciao bella” û “Desmal” hatin guhdarîkirin.

Ciwan û zarokan li ser dikê bi tembûrên xwe tevî mamosteyên muzîkê stran gotin. Li qada mîhrîcanê li standên xwarinê yên komeleyên herêmî, ku li gel def û zurneyan pêşandanên folklorê hatin lidarxistin, coş û qerebalixiyek çêbû. Ligel Heyva-Sor, saziyên sosyalîst û şoreşger eleqeyeke mezin nîşanî standên pirtûkan dan, hin nivîskaran jî pirtûkên xwe îmze kirin.

Li qada mîhrîcanê ku konser lê dihatin lidarxistin weke ku fûar be, atmosfera Newrozê dema ku bi taybetî zarok û ciwan bi pûşên zer, sor, kesk û “şal û şapik” cihê xwe di qadê de girtin, ava bû.