BI DÎMEN

Di kombûna gelan de qala têkoşîna Kurdistanê hate kirin

Di Festîvala Openair Wipkingenê de ku bi rengê kombûna gelan her sal li Zurichê tê lidarxistin, qala sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hate kirin.

FESTÎVALA OPENAIR WIPKINGEN

Li bajarê Zurich ê Swîsreyê Festîvala Openair Wipkingenê bi rengê kombûna gelan tê lidarxistin. Festîval îsal li qiraxa çemê Limmatê di navbera 21-22'ê Hezîranê de hate lidarxistin. Nûnerên Kurdistanê, Fîlîpîn û Fîlîstînê tevlî festîvalê bûn. Di festîvalê de qala têkoşîna gelan hate kirin.

Îsal bi mijara bingehîn a 'Piştevaniya bi girtiyên siyasî' re festîval hate lidarxistin. Ji enternasyonalîstan Koroya Karkeran 2 konserên cuda di festîvalê de da.

Di festîvalê de işaret bi rewşa bi hezaran Fîlîstînî û girtiyên Fîlîstînî hate kirin ku di nava şert û mercên li derveyî mirovahiyê de têne hiştin.

Di festîvalê de bi navê Komîteya Rojava jî daxuyaniyek hate dayin.

Di daxuyaniyê de qala têkoşîna azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê hate kirin û işaret bi rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di têkoşînê de hate kirin.

Di festîvalê de her wiha têkildarî sîstema tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevpeyvîn jî hate kirin.