BI DÎMEN

Di Festîvala Şehîdan a Tolpuddle de fikrên Abdullah Ocalan hatin nîqaşkirin

Kurdên ku beşdarî Festîvala Şehîdan a Tolpuddle bûn, li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panel û semîner lidar xistin û gotin: “Xwedî derketina li Abdullah Ocalan, parastina mirovahî, azadî û wekheviyê ye.”

FESTÎVALA ŞEHÎDAN A TOLPUDDLE

Kurdên ku beşdarî Festîvala Şehîdan a Tolpuddle bûn, li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panel û semîner lidar xistin. Festîvala Şehîdan a Tolpuddle yek ji festîvalên xwedî kok a Tevgera Ked a Îngilistanê ye.

Festîval roja Îniyê li bajarokê Tolpuddle ya herêma Dorset a Îngilistanê destpê kir û 3 rojan dewam kir. Festîval îro wê bi meşeke girseyî û mîtîngê bi dawî bibe. Mîna her sal, ji her çar aliyên cîhanê kedkar û karker tevlî festîvalê bûn. Di festîvalê de muzîk hatin guhdarkirin, pirtûk hatin xwendin û folklor hate pêşandan.

Sendîkayan û rêxistinên civakî yên sivîl di festîvalê de atolye lidar xistin û nîqaş meşandin.

Li qada festîvalê kon hatin danîn. Ji Kubayê gelek komên ‘piştevaniya ji Fîlîstînê re’ beşdarî festîvalê bûn. Nûneriya Têkîliyên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê û Kongra Star jî di festîvalê de cih girt, kon û stand danîn. Di standê de pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hate nasandin û qala tecrîda Îmraliyê hate kirin.

Kedkaran serdana kon kirin û eleqeyeke zêde nîşanî pirtûkên Abdullah Ocalan ên têkildarî ‘konfederalîzma demokratîk’ dan.

Di festîvalê de pirtûk û belavokên derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin gihandina bi sedan kesan. Nûnerên Meclîsa Gelê Kurd û Kongra Star beşdarî panel û semîneran bûn û têkildarî fikrên Abdullah Ocalan ên li ser ‘azadî’, ‘aştî’, ‘îstikrar’, ‘edalet’, ‘ekolojî’ û ‘azadîxwaziya jinê’ axaftin kirin.

‘EM LI DORA FIKRÊN ABDULLAH OCALAN KOM BIBIN’

Nûnera Kongra Star a Ewropayê Ronaş Şêxo beşdarî paneleke têkildarî pirsgirêka Fîlîstînê bû û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn xwedî rolekî girîng e. Şêxo diyar kir ku ne tenê pirsgirêka Fîlîstînê, pirsgirêka Kurd jî pirsgirêka herî girîng a Rojhilata Navîn e û got: “Divê em ji bo aştiya hemû Rojhilata Navîn têbikoşin. Zêdeyî 40 meh in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de ye. Werin em têkoşîna hevpar mezin bikin û li dora fikrên Abdullah Ocalan kom bibin.”

Di festîvalê de di çarçoveya pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de, panel hat lidarxistin. Nûnerê Têkîliyên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê Agît Karataş û ji Hevserokatiya Meclîsa Gelê Kurd Turkan Ozcan weke axaftvan beşdarî panelê bûn. Turkan Ozcan spasiya Kongreya Sendîkaya Îngilistanê kir, ji ber ku îsal pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ di festîvalê de pêşwazî kirin.

Nûnerê Têkîliyên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê Agît Karataş bi bîr xist ku ji sala 2014’an ve sendîkayên Îngilistanê bi rengekî aktîf pêşengiyê ji çalakiyên ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan tên lidarxistin re dike.

‘EM PÊNGAVA 10’Ê COTMEHÊ MEZIN BIKIN’

Karataş diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî birin Tirkiyeyê û rolê îstixbarata Îngilîz jî di vê yekê de heye. Karataş got: “Eger em pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ mezin bikin, di heman demê de em ê ji bo afirandina pêvajoyeke muzakereyê jî bibin alîkar.”

Karataş di dawî de bang li hemû sendîkayan kir ku xwedî li pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ derbikevin û pêngavê mezin bikin.

Festîvala ku dîmenên rengûreng nîşan da, kedkar anîn ba hev û îro di roja xwe ya 3’yan de ye, wê îro bi meş û mîtîngekê bi dawî bibe.

Meclîsa Gelê Kurd jî wê bi girseyî beşdarî meşa kedkaran bibe û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike.