Di êrîşa li ser Bendava Tişrînê de 2 kes şehîd bûn, 20 kes birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker car din bombe li gelê ku li Bendava Tişrînê nobetê digire, barand. Di encamê de 2 kes şehîd bûn û 20 kes jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk êrîşa hewayî li dijî gelê ku li Bendava Tişrînê nobetê digire, pêk anî.

Di bombebaranê de herî kêm 2 welatî şehîd bûn, 20 jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker ji serê meha kanûnê û vir ve êrîşî Bendava Tişrînê dike.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê ku ji bo jiyana sivîlan pir girîng e, ji 8’ê Çileyê ve li bendavê nobetê digire.

18’ê Çileyê di êrîşa li ser bendavê de 6 kes şehîd bûbûn ku Endama Meclîsa Giştî ya PYD’ê Menîce Haco Heyder û hunermendê şanoyê Bavê Teyar jî di nav de bûn.

16’ê Çileyê di êrîşên li ser herêma Bendava Tişrînê de sivîlek hate qetilkirin û 10 kes birîndar bûn ku 4 rojnamevan jî di nav de bûn.

15’ê Çileyê di du êrîşên cuda de 4 kes hatin qetilkirin, bi dehan kes birîndar bûn.

8’ê Çileyê di êrîşa hewayî ya li dijî konvoya gel de, 3 kes şehîd bûn û 15 kes jî birîndar bûn.