Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt dema OHAL'ê

Bi girtina 6 rojnamevanên din re hejmara rojnamevanên girtî bû 35 kes. Hinceta girtinê jî rojnamevantî ye.

ROJNAMEVANÊN GIRTÎ

Hevdîrektorê MLSA'yê Veysel Ok anî ziman ku ti zemîneke hiqûqî ya girtina rojnamevanên Kurd nîne û got, "Biryarên Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûra Bingehîn diyar e. Ev yek çavtirsandineke siyasî ye."

Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Velat Ekîn, Vedat Orun û Reyhan Hacioglû ku rojnamevan in, bi sûcdariya 'Endametiya rêxistinê' di 20'ê Çileyê de hatin girtin. Bi vî rengî di nava mehekê de 13 rojnamevan hatin girtin. Li gorî daneyên Komeleya Xebatên Hiqûqî û Medyayê (MLSA) li girtîgehên Tirkiyeyê herî kêm 35 kes, li ragiritna malê jî çar rojnamevan û xebatkarên medyayê hene.

Hevdîrektorê MLSA'yê Veysel Ok anî ziman ku sûcdarî tenê çêkirina nûçeyan e û got, "Piraniya rojnamevanên hatin girtin Kurd in, bi taybetî jî ew rojnamevan in ku ji bo weşanên Kurd ên li Ewropayê bi rengekî serbest nûçeyan çêdikin. Sûcdarî jî ev e. Yanî eger hûn ji bo medyayeyeke Kurd a li Ewropayê bixebitin wê bi mejiyê 'weşana terorê', 'endametiya rêxistina terorê' li nêzîkatiyekê rast bên. Ti bingeheke hiqûqî ya vî mejî nîne. Rojnamevan ji polîtîkaya rojname û ajansan berpirsyar nînin. Ew berpirsyarê nûçeyên xwe ne. Kesê ku ji polîtîkaya weşanê ya ajansê yan jî rojnameyekê berpirsyar e, midûr e. Lewma bingeheke hiqûqî ya sûcdarkirina rojnamevanan a bi vî rengî nîne. Divê mirov vê yekê bi temamî weke bûyereke siyasî bibîne."

EV YEK ÇAVTIRSANDINEKE SIYASÎ YE

Hevdîrektorê MLSA'yê Veysel Ok got, pirsên weke "Te pere wergirt, te nûçe şand, tu van kesan nas dike?" hatine pirsîn û got, "Bûyer ev e. Li Tirkiyeyê bi hezaran rojnamevanên serbest hene. Ev mirov jî bi heman rengî ne, lê belê dema ku mijar medya Kurd a li Ewropayê be dozgeriyê endametiya rêxistinê têrker dîtiye. Dibe ku ji bo demeke kurt girtî bimînin lê belê zemînek nîne ku demdirêj girtî bimînin. Biryarên Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûra Bingehîn diyar e. Hewldanek ji bo çavtirsandina siyasî ye. Bi van girtinên dawî re hejmara rojnamevanên li Tirkiyeyê girtî ne bû 35 kes, çar rojnamevan jî li malê tê ragirtin. Ev hejmar bi qasî hejmara dema Rewşa Awarte (OHAL) a sala 2016'an bilind e."