Polîsan destpêkê bi wesayîta zirxî li ciwanekî xistin, piştre êşkence lê kirin

Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê, di dema protestokirina derbeya qeyûm de polîsan li ciwanê bi navê Furkan Ozen xistin û piştre bi êşkenceyê binçav kirin.

DERBEYA QEYÛM

Çalakiyên protestokirina qeyûm a li navçeya Akdenîz a Mêrsînê didomin. Ciwan, duh bi şev li Taxa Yenîpazarê daketin kolanan, agir hil kirin û biryara tayînkirina qeyûm protesto kirin.

Di dema protestoyan de polîsan wesayîta zirxî li ciwanê 20 salî Furkan Ozen da. Piştre jî polîsan Ozen derb kirin û binçav kirin. Di heman demê de polîsan gefa “Em ê we tevan bigirin” li welatiyên ev kêlî bi telefonên xwe dikişandin xwarin.

Hat zanîn ku piyê rastê yê Ozen eciqî ye û birine Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Bajar.