Di civîna Hêza Dijber a Rastîn de piştevaniya gelê Filistînê hat kirin
Di sêyemîn civîna “Hêza Dijber a Rastîn” ku li muzeya Van Abbe ya bajarê Eîndhoven ê Hollandayê hat lidarxistin de piştevaniya ji bo gelê Filistînê derket pêş.
Di sêyemîn civîna “Hêza Dijber a Rastîn” ku li muzeya Van Abbe ya bajarê Eîndhoven ê Hollandayê hat lidarxistin de piştevaniya ji bo gelê Filistînê derket pêş.
Di bernameyê de ku gelek rêxistinên girseyî li parlamentoya Rojava ya li muzeya Van Abbe ya bajarê Eîndhoven ê Hollandayê li hev civiyan, li ser rêyên xurtkirina têkoşîna hevpar a hêzên pêşverû li dijî zextên emperyalîst nîqaş hatin kirin. Di civîna ku nûnerên Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Hollandayê (DEM-NED) jî amade bûn de, ji aliyê 6 saziyên cuda ve pêşkêşî hate kirin.
Rêxistina Kîck Out Zwarte Pîet (KOZP) qala têkoşîna xwe ya li dijî nîjadperestiya sazûmanî kir û destnîşan kir ku di dema çalakiyan de ji xeynî komên rastgirt ji aliyê polîsan ve rastî tundiyê hatine.
Di pêşkêşkirina din de jî rêxistina ‘Debt for Clîmate’ qalê kir ku emperyalîzm çawa bi taybet welatên Efrîkayê û Asyayê bi pergala deynkirinê rê li ber pêşketina wan axan digire.
Di beşa duyemîn a xebatê de karkerên paqijiyê yên sendîkaya karkeran a FNV’ê têkoşîna xwe ya li dijî patron û destkeftiyên xwe yên ku bi grevan bi dest xistine parve kirin.
ROJNAMEVAN GEERDÎNK QALAA TECRÛBEYÊN XWE YÊN LI ÇIYÊ KIR
Di pêşkêşkirina din a di bernameyê de jî rojnamevan Frederîke Geerdînk ku pêvajoya xwe ya salek a li Qendilê bi gerîlayên HPG û YJA Starê re bi pirtûka xwe ya bi navê ‘’Wê ev çirîsk qet nevenemire” vegotiye, qala tecrubeyên xwe yên li çiyê kir. Frederîke Geerdînk ku bi beşdaran re hin jêgirên ji pirtûka xwe xwend, qalê kir ku weke rojnamevan ew pêvajo çi di kesayeta wê de zêde kiriye.
PIŞTEVANIYA BI GELÊ FILISTÎNÊ RE
Di dewam bernameyê de bal kişandin ser wate û girîngiya Parlementoya Gel a Rojava. Di pêşkeşkirina ku li ser navê De*Bewegingê hat kirin de hat destnîşankirin ku weke li Rojva divê bi ‘demokrasiya rasterast’ yekîneyên çepgir bên avakirin.
Di nîqaşan de ku beşdaran eleqeyekî mezin nîşan dan wiha hate gotin, “Ger yek ji me azad nebe, em ne azad in.” Piştî pêşkêşiyê ji aliyê tora piştevaniya Filistînê Samîdoun ve derbarê êrîşên qirkirinê yên li dijî Filistînê axaftin hat krin.
Nûnerê DEMNED’ê di axaftinên ji bo xurtkirina çalakiyên ji bo piştevaniya Filistînê de diyar kir ku herî baş gelê Kurd êşa gelê Filistînê dikare fêm bike.
Bername bi banga beşdariya civîna çaremîn bi dawî bû.