DGB’ê ya Brîtanyayê: Erd hejiya, dewletê qetil kir

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Brîtanyayê, bi tundî bertek nîşanê dewleta Tirk da ku çima piştî rabûna erdhejê hewil dide demografiya herêmê biguhêre û got: ‘’Herêm bi erdhejê re hejiya, lê dewleta Tirk bi midaxelekirina bi derengî, gel qetil kir.’’

Endamên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Brîtanyayê ku ji Meclisa Gelê Kurd, Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê, Cemxane, Day-Mer, YÇKM, Gîk-Der û komeleyên herêmî pêk tê, bi armanca teşhîrkirin û protestokirina helwesta dewleta Tirk a li dijî gelê herêmê ya piştî erdhejê, li ber Harîngey Cîvîc Centerê hatin ba hev.

Çalakî, bi girtina rêzê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. Di çalakiyê de, pankart û dowîzên li ser ‘’Ji xwe fedî bike Erdogan, ji xwe fedî bike AKP’’, ‘’Ne erdhej, dewleta xerabûyî dikuje’’, ‘’Ne erdhej lê kapîtalîzm dikuje’’ û ‘’Bombeyan li Rojava nereşînin, bila zû bi zû alîkarî bê şandin’’ nivîsandî, hatin hildan.

Li ser navê Meclîsa Gel a Kurd Ercan Akbal, li ser navê Day-Mer Feyzullah Cînpolat û Hevserokê BAF’ê Muslum Dalkiliç axaftinek kirin. Di axaftinan de bal kişandin girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî polîtîkayên dewleta faşîst.

DEWLETA FAŞÎST QETIL KIR

Feyzullah Cînpolat ku li ser navê Day-Merê axivî, diyar kir ku erdhej rê li ber hilweşînên mezin vekir û destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi astengkirina alîkariyan hilweşîna herî mezin pêk aniye.

Li ser navê DGB’ê Parêzer Sibel Ozçelîk daxuyanî da. Ozçelîk bi bîr xist ku di 6’ê Sibata de li Kurdistan û Tirkiyeyê du erdhejên mezin pêk hatin û bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûn û wiha got: “Aqlê dewleta Tirk jî tişta ku jê dihat hêvikirin, kir. Dewleta faşîst bi polîtîkaya kêmkirina nifûsa gelê Ereb, Elewî û Xiristiyan ji Hatayê û ji herêmê dûrxistina gelê Kurd, erdhejê veguherand firsendekê û armanc dike ku demografyaya herêmê biguherîne. Ji ber vê yekê mudaxileya tîmên lêgerîn û rizgarkirinê dereng ma.”

Ozçelîk diyar kir ku dewleta Tirk bi zanebûn bi midaxelekirina bi derengî, gel qetil kir.

EM ŞÎN DIGIRIN, SERÎ RADIKIN

Ozçelîk got: “Em bang li gelê xwe yê li Tirkiyeyê dikin ku bi girseyî beşdarî çalakiyên ku bên lidarxistin bibin. Roj ew roj e ku em hêrsa xwe veguherînin hêza rêxistinkirî. Erd hejiya, dewletê qetil kir. Em ji guhertina demografîk re dibêjin na. Em şîn digirin, serî radikin.”