Dewleta Tirk û PDK li Torînayê hatin protestokirin

Li Torînayê êrîşên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê bi çalakiyekî hat protestokirin.

Qetilkirina Denîz Cevdet Bulbun a di êrîşa dewleta Tirk a li Hewlêrê bi ser Nûnertiya KNK’ê ya Başûr û hevkariya PDK û Malbata Barzanî bi dewleta Tirk re, li bajarê Torîna yê Îtalyayê hat protestokirin.

Çalakî ji aliyê Defend Kurdistan û Komunîta Kurda ve hat organîzekirin. Di çalakiyê de wêneyên Denîz Cevdet Bulbun û pankartên ku hevkariya PDK û dewleta Tirk teşhîr dike hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Kujer PDK”, "Kujer Erdogan", “Bimre xiyanet” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de daxuyanî hat dayîn û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk bi destê PDK’ê Kurdan qetil dike û êrîşê herêmên gerîla dike. Bi hevkariya MÎT’ê dehan kes li navenda bajêr bi suîqestê şehîd kirin. Maskeyên gazê yên ji bo parastina gerîla ji êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk hatin şandin, desteser kirin. Serkêşiya Tirkan dikin û êrîşê dibin ser herêmên gerîla. Lê tiştek ji bîr kirin; Ev gel sond xwariye ku xiyanetê rawestîne. Ew ê bi ser nekevin.”