Dewleta Tirk û PDK li Grazê hatin protestokirin

Kurdistaniyên li Grazê hatin ba hev, êrîşa bi ser Nûnertiiya KNK’ê ya Başûr û êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê protesto kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Graz ê Awistiryayê hatin ba hev, êrîşa bi çekan a li dijî Nûnertiya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê ku Nûnerê KNK’ê ya Hewlerê Denîz Cevdet Bulbun lê hat qetilkirin û êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker bi ser Balafirgeha Erbetê ya Silêmaniyê protesto kirin.

Girseyê bal kişand ser xiyanet û hevkariya PDK’ê ya di êrîşan de û destnîşan kirin ku gelê Kurd li dijî êrîşan wê bi mezinkirina berxwedan û yekitiya xwe bersivê bidin.

Di çalakiyê de danezanên bi Elmanî hatin xwendin û belavkirin û dirûşmeyên “Bimre xiyanet”, “Terorîst Tirkiye”, “Dîktator Erdogan” û “Bijî Kurdistan” hatin berzkirin.