Destgîrkirinên li Rojhilat li Norweçê hate protestokirin
Destgîrkirinên li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Oslo yê Norweçê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Komîteya PJAK a Norweçê, li pêşiya Sefaretxaneya Îranê li dijî destgîrkirinên li Îranê çalakiyek protestoyî lidar xist.
Çalakiya bi sirûda netewî ‘Ey Reqîb’ destpê kir, belavokên bi zimanê Fransî, Kurdî û Norweçî hate xwendin û dirûşim qîr kirin.
Li ser navê Federasyona Zindaniyên Kurdistanê axaftin hate kirin û bal kişandin ser zext û êşkenceya li girtîgehan.
Li ser navê Komîteya Piştevaniya Kurdistanê (Solidaritet med Kurdistan) dostê Kurd û parlementerê berê Erlîng Folkvord axivî.
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.