Derhênera Elman Bez ji doza YPJ’ê beraat kir
Dadgeha Rêveberiya Munihê ji bo derhênera Elman Ûlî Bez ku ji ber parvekirina alaya YPJ’ê li ser hesabê xwe yê tevna civakî dihate darizandin, biryara beraatê da.
Dadgeha Rêveberiya Munihê ji bo derhênera Elman Ûlî Bez ku ji ber parvekirina alaya YPJ’ê li ser hesabê xwe yê tevna civakî dihate darizandin, biryara beraatê da.
Li Eyaleta Bavyera ya Elmanyayê li dijî YPG û YPJ’ê ku rêxistina terorê ya li dijî mirovahiyê qedand, pêkanînên taybet didomin. Li Elmanyayê tevî ku qedexeyek fermî têkildarî rêxistinên Rojavayê Kurdistanê nîne jî, Wezareta Karê Navxweyî 2’ê Adara 2017’an bi giştînameyekê alên YPG/YPJ û PYD’ê di çarçoveya propagandaya PKK’ê de nirxand û qedexe kiribû. Eyaleta Bavyera yek ji wan eyaletan e ku herî zêde pêkanînan pêk tîne.
Yek ji kesên ku derbarê wê de lêpirsîn hatibû vekirin derhênera Elman Ûlî Bez e ku li paytexta Eyaleta Bavyera Mûnîhê dijî. Bez sala 2017’an li ser hesabê xwe yê Facebookê ala YPJ’ê parve kiribû. Dadgeha Rêveberiya Munîhê têkildarî darizandina Ûlî Bez biryar da.
Doz nêzî saetek û nîvê dom kir, heyeta dadgehê diyar kir ku parvekirina alaya YPJ’ê têkiliya wê bi qedexeya PKK’ê re nehate îspat kirin û biryara beraata Bez da. Komeke aktivîst dema rûniştina dozê de Bez bi tenê ne hiştin û piştgirî dan derhênera Elman Ûlî Bez e.
Bez biryara dadgehê erênî dît û spasiya kesên piştgiriya wê dikin, kir. Bez bi sûcê ku “propagandaya PKK’ê ya ku qedexe kiriye” tê darizandin û cara destpêkê roja 15’ê Adarê li Dadgeha Îdarî ya Munihê hatibû darizandin. Beriya rûniştina dozê Ûlî Bez daxuyanî dabû, yekîneyên darizandin û ewlehiyê yên Bavyera bi tundî rexne kiribû û gotibû; “Ez ji vê lêpirsîn û darizandinê natirsim û di rûniştina dozê de jî tawîzan nadim. Li aliyê din ez piştgiriya berxwedêrên li girtîgehên Tirkiyeyê de ji bo demokrasî û mafên mirovan liberxwe didin, dikim. Ez li gel Kurdan im ku ji bo mafên jinan û demokrasiyê têdikoşin. Eger dadgeh di encama darizandinê de cezayê pere bide min ez nadim. Eger min dixin girtîgehê bila bixin, eger pêwîst be ji bo vî cezayê ez ê bikevin girtîgehê jî.”
Meha Adarê jî li heman dadgehê Aktivîstê aştiyê Claûs Schreer ê 80 salî ku ji bo alaya YPJ'ê û pankarta ''Ji Ocalan re azadî'' hilgirtî, 2800 Euro cezayê pereyan ku her roj 40 Euro bi giştî wê 70’î rojan bide, lê hate birîn. Schreer gotibû, ''Ez ê dîsa bibêjim, ji Ocalan re azadî û alaya YPJ'ê hildim''