‘Dema tedbîr û piştgiriyê ye’

Saziyên Demokratîk li dijî vîrûsa Koronayê daxwaza kir ku ji bo gel û tenduristiyê budce bê veqetandin. Her wiha saziyan bang li civakê kir ku piştgiriyê bidin hev.

Saziyên Demokratîîk têkildarî xeterî û tehdîdên vîrûsa Koronayê daxuyaniyên nivîskî dan.

Yekîtıya Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) daxuyaniyek da û got: “Niha dema piştevaniyê ye. Ji ber ku her demê di krîzan de piştevanî bi ser dikeve.”

Desteya Rêveber a Federasyona Komeleyên Kedkarên Demokratîk (DÎDF) jî diyar kir ku girtina dibistanan gavekî erê nî ye, lê parastina zarokan ne tenê malbat divê hikûmet jîî bike. DÎDF got: “Nexweşxaneyên hatine girtin, divê bên vekirin û başkirrin. Ji ber vîrûsa Korona divê mafên bingehîn neyên sînordarkirin. Divê ne ji bo şer ji bo tenduristî û perwerdehiyê budce bê veqetandin.

Federasyona Koçberên Hejar ên Ewropa (AvEG-Kon) got: “Vîrûsa Korona carekî din bibîra me xist ku em bi hev re tevger bikin û bi hev re têbikoşin.” AvEG-Kon hinek tedbîr jî rêz kirin.