Defend Kurdistanê, banga tevlêbûna greva avhewayê ya 3’ê Adarê kir

Defend Kurdistanê, banga tevlêbûyîna greva avhewayê ya kûreyî kir ku wê Friday For Future, 3’yê Adarê li Viyanayê dest pê bike û got: ‘’Em di korteja enternasyonalîst de bên ba hev.’’

Greveke din a ji bo av û hewayê, wê 3’ê Adarê, saet di 12.00’an de li ber Bîrdariya Platz der Menschenrechte, Marcus-Omofuma dest pê bê kirin. Fridays For Future, wê grevê li Viyanayê organîze bike. Konseya Kurd a Awûstûryayê (Feykom ) û Tifaqa Defend Kurdistan jî dibin piştgir. Tifaqê bang kir ku bi Rosayê re ku rêxistineke sosyalîst û femînîst e di korteja enternasyonalîst de bên ba hev.

Defend Kurdistanê, wiha bang kir:

‘’Em, bi tevgerên azadiyê yên femînîst re ku li Kurdistan û Îranê ne, bibin piştevan! Li dijî xerakirina ekolojîk û şer, têkoşîna xwe li kuçeyan bikin yek!

Bi girêdayîbûna sotemeniyên fosîl û şirketan ve ku wan çêdikin, krîza avhewayê hem har dibe, hem jî çekdarbûn, şer û zext zêde dibin. Ev ne bi tenê ji bo îxrackirina gaza siruştî ya Rûsyayê, mirov li Rojhilatê Navîn jî bi eşkerehî dibîne. Rejîma Îranê, xwe bi îxrackirina petrolê fînanse dike, dewleta Tirk a mêtinger jî, ji bo Ewropa gazê jê îxrac bike, hewil tê dayîn ku bibe navendeke giring. 

REJÎMÊN FAŞÎST TÊN FÎNANSEKIRIN

Hikûmetên Ewropayê, cihê ku têr li enerjiya nû dibe, razemeniyê bikin, civakê yekcar dikin hewcedarê petrol û gazê. Ji bo çavkaniyên xwezayî piştgiriya şerên NATO’yê dike û rejîmên faşîst ên li Rojhilatê Navîn fînanse dike. İran û Tirkiye bi hêzên pêşverû re şer dikin, zextê li jinan, li Kurd, Belûc û komên etnîk ên din dikin. Siyasetmedarên Awûstûryayê jî şandeyên ji rejîma Îranê pêşwazî dikin û ji bo berferehkirina peymanên têkildarê gazê bi Tirkiyeyê re zextê dike. Ji Konferansa Gazê ya Ewropayê ku wê dawiya meha Adarê li Viyanayê pêk bê, mirov fêm dike ku rolê Awûsturyayê di vî warî de çiqas giring e.

ŞER Û AŞTÎ BI EDALETA AVÛHEWAYÊ RE JI NÊZ VE TÊKILDAR IN

Şer û aştî, bi edaleta avhewayê re ji nêz ve têkildar in: Bi pergaleke aboriyê ku li ser karê ye û girêdayî sotemeniyên fosîl e, mirov nedikare edaleta avhewayê jî aştiyê pêk bîne. Ji wê boneyê divê em ji bo pergaleke ku mirov piştevaniya civakî bike, esas têbikoşe. Ne ji bo kara çend kesan, ji bo pergaleke ku ji bo piraniyê bibe derman û bi berdewamî be. 

Ji bo edaleta avhewayê û aştiyaneke adilane û dinyayeke ku zext û mêtingerî lê bi dawî bibin, em di korteja enternasyonalîst de tên ba hev!’’

Defend Kurdistanê, da zanîn ku wê xwepêşandana mezin 3’yê Adarê saet di 12.00’an de li ber Bîrdariya Platz der Menschenrechte, Marcus-Omofuma dest pê bike.