Daxwaza Meşa Dirêj: Tecrîdê bişkînin

Meşvanên Meşa Dirêj a 3 rojî ya Basel-Strasboûrgê li her bajarê diçûnê daxwaza tecîrdê bişkînin, Ocalan azad bikin olan dida.     

Çalakvanên bi dirûşma ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’li bajarê Luksembûrg, Mannehîm dîsa ji Basel hata Strasboûrgê ji bo protestokirina 20’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pişevaniya grevên birçîbûnê yên bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven destpêkiribûn belav dibin. Çalakvanan di meşê de li her qadê komplo şermezar kirin û daxwaza ‘azadiya Ocalan’ kirin.

Meşvanên Basel-Strasboûrgê di roja 3’an a Meşa Dirêj de meşa xwe bi coşeke mezin bi dawî kirin. Meşa saetên sibêj ji Mûlhaûse ya Fransayê destpê kir di nava rojê de piştî meşa 24 km û şûnde di saetên şevê de gihiştin Meyenheîm a Fransayê.

DI HER GAVÊ DE DAXWAZA AZADIYA OCALAN OLAN DIDA

Çalakvanên di nava rojê de bi coş û kîneke mezin meşiyan, daxwaza azadiya Ocalan qîr kirin, dewleta Tirk û Erdogan şermezar kirin. Dem bi dem bi dirûşmên bi yek dengî û sirûdên azadiyê yên dihatin qîrkirin û gernadina govendê hêviyên xwe yên ji bo azadiyê nîşan didan, bal kişandin ser piştevaniya bi berxwedêrên grevên birçîbûnê re.

Di tevahî meşê de bal hate kişandina ser asta komploya navneteweyî û bang hate kirin ku ji bo hêzên navneteweyî ji vê şermê xwe xilas bikin divê di azadiya Ocalan de rol bigirin.

PEYAMA KCK’Ê COŞ GIHAND ASTA LÛTKEYÊ

Di tevahiya meşê de li ser gitîngî û wateya meşê axaftin hatinkirin, belavokên ku balê dikişînin ser azadî û tecrîda li ser Ocalan hatin belavkirin.

Li aliyê din di saetên danê nîvroyê de Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngur peyama KCK’ê ya ji bo meşvanên meşa dirêj hatibû şandin xwend. Ev peyam coşa meşvanan gihande lûtkeyê.

DI 3 ROJAN DE 78 HEZAR GAV HATE AVÊTIN

Di nava 3 rojan de bi giştî 60 kêlometre ango 78 hezar gav hate avêtin. Çalakvanan di vê meşê de her kêlî girêdana xwe ya bi Ocalan re anîn ziman. Bi taybet bal kişand ser wê yekê ku Ocalan ji bo azadiya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn xwedî rolekî girîng e.

SIBE 20 KM WÊ BIMEŞIN

Meşvanên Meşa Dirêj, sibe piştî meşa 20 km wê di saetên şevê de bigihêjin bajarê Colmar ê Fansayê.