Danîmarka DAÎŞ’iyê ku Enqerê şand, berî du salan xwestibû

Dewleta Tirk a welatên Ewropa bi şandina DAÎŞ’iyan tehdit bike, çeteyekî DAÎŞ’î yê ku şandibû Danîmarkayê derket holê ku rayedarên Danîmarkî berî du salan daxwaza wî ji Tirkiyeyê kiribû.

Ahmed Salem el Hac ê 28 salî ku piştî radestî Danîmarkayê hate kirin û ji aliye dadgehê ve hate girtin, sala 2013 derbasî Sûriyeyê bûbû û tevlî DAÎŞ’ê bûbû.

El Hac ê sala 2017’an piştî li Sûriyeyê giran birîndar bû, li gel hevjîn û zarokên xwe derbasî Tirkiyeyê bû. Di Kanûna 2017’an de li Kilîsê hate girtin.

Piştî hate girtin û şûnde rayedarên Danîmarkî di derbarê El Hac de sala 2014’an tevlî çalakiyên terorê bûbû doz hatibû vekirin û ev ji bo rayedarên Tirk şandibû. Di vê çarçoveyê de daxwaza çete kiribûn.

Midûryeta Giştî ya Emniyeta Kopenhagê sala 2017’an ji Tirkiyeyê daxwaz kiribû ku El Hac radestî bikin, lê Tirkiyeyê ev daxwaz red kiribû.

El Hac ji sê sûcan dihate lêgerîn û li dagehê tevî dîmenên heyî jî El Hac sûcên di derbarê wî de red kir. El Hac anî ziman ku ti sûcê wî nîne û bê guneh e. Heyeta dadgehê ji bo El Hec biryara girtina 27 rojan da.

Parlementera Partiya Gel a muhafezekar Naser Khader a ku El Hac ew kiribû hedef, nerazîbûn nişanî şandina Tirkiye ya çeteyên DAÎŞ’ê ya ji bo Danîmarkayê da û got: “Şandina Tirkiyeyê ya kesên ku ewlekariyê dixe nava metirsiyê ya ji bo Danîmarkayê pir bi fikar e.” Khader diyar kir ku di mezinbana DAÎŞ’ê de berpirsyarieke mezin a Serokkomarê Tirk Erdogan û Tirkiyeyê heye û got: “Wan piranî cîhadiyên Rojavayî ji Tirkiyeyê şandin Sûriyeyê.”

Parlemetera Partiya Çep Inger Stojberg got: “Tirkiya şandina DAÎŞ’iyan a bi darê zorê ya ji bo welatan, dide nişandan bê ka serokkomarê welat Erdogan xwedî kesayetekî çawa ye. Ev bi xwezayî li pêşberî me nîv dîktatoreke ku ji bo aramniya Ewropayê xirabike dide nişandan. Tişta dike bi zanabûn dike.”

Wezîra Karê Derve ya Swêdê Ann Lînde jî got: “Di vê rewşê de dersînorkirina DAÎŞ’iyan, bi rastî jî ne rêyek rast e.”