Dagirkeriya Tirk li Beremenê hate protestokirin

Gefên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava û dagirkeriya li Efrînê li bajarê Beremen ê Elmanyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Çalakiya protestoyê ji aliyê nûnertiya PYD Bremenê ve li pêşiya parlementoya eyaletê pêk hat.

Di çalakiyê de dirûşma ‘Rê nedin ku DAÎŞ Efrînê bike paytexta xwe ya nû û êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’ hatin qîrkirin.

Çalakiya li pêşiya parlementoya eyaletê hate kirin, heman demê bû çalakiya nobedê ya hefteyekê bê lidarxistin.

Di çalakiyê de bal hate kişandina ser dagirkeriya Tirk a ji Efrînê bigire heta her qadê belav dibe, di serî de bang li Elmanya û hemû hêzên navneteweyî kir ku li dijî dagirkeriyê rawestin.