Dagirkerî û qirkirin li Esslîngenê hate protestokirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Esslîngen ê Elmanyayê daketin qadan bi meşekê dagirkerî û qirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Esslîngen ê Elmanyayê daketin qadan bi meşekê dagirkerî û qirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin.
MLPD, hevparên Defend Rojava û Fur Esslîngen ên li Haûpbahnhof a Esslîngenê hatin ba hev li dijî dagirkeriya li Rojava daxuyaniyek dan çepemeniyê û dagirkeriya Tirk protestokirin.
Piştî axaftinan bi şûnde girseyê dest bi meşe kirin, dirûşmên ku divê li dijî dagirkeriya li Rojava bêdeng nemînin kesên derdor hatin agahdarkirin.
Di meşê de dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojav’, ‘Bijî YPG/YPJ’ û ‘Bijî Têkoşîna Enernasyonalîs’ hatin qîrkirin.