Swîsre hin pispor û alav û amûrên din jî dişînê herêma erdhej lê rabûye

Swîsre, hin pispor û alav û amûrên din jî dişîne herêmên li Kurdistanê ku erdhej lê rabûye.

Alikariya Mirovî ya Federal a girêdayê FDFA’yê, hêj jî bi mexdûrên erdheja 6’ê Sibata 2023’yan re dibe alîkar. 20’ê Sibatê, çar pisporên din ên tibê yên Yekîneya Alîkariya Mirovî ya Swîsreyê çûn Hatayê. Destpêkê wê nexweşxaneyeke ku li zarok û dayikan dinihêre, bi cih bibin.

Amadekarî tê kirin ku sed konên ji bo malbatan û 10 konên pirmebestî yên din jî ji herêmê re ku erdhej lê rabûye, bên şandin. 

300 KON TESLÎMÊ SÛRIYEYÊ HATIN KIRIN

Plansazî tê kirin ku ji bo rojavayê bakurê herêma erdhej lê rabûye jî 300 konên ji bo zivistanê bên şandin.

Swîsre, ji bo bi mexdûrên erdhejê yên li Tirkiye û Sûriyeyê re bibe piştgir, ji niha ve 8 milyon CHF veqetandiye.