Qetlîama nijadperest a li Hanaûyê, li Stûttgartê hat protestokirin

Qetlîama nijadperest a li Hanaûyê ku 9 tê de kes hatin qetilkirin û 6 kes birîndar bûn, li Stûtrtgartê hat protestokirin û wiha hat gotin: “Hanaû, ne bi rasthatinî ye; em ne ji bîr dikin ne jî efû dikin.“

Qetlîama nijadperest ku 19’ê Sibata sala 2020’an li bajarê Hanaû yê Elmanyayê hat kirin, li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hat protestokirin.

Çalakî, bi banga hemû komên şoreşger-antîfaşîst, li Karls Platzê dest pê kir. Piştî rêzgirtina bi deqeyekê li vir, nameya Çelîk Gultekîn ku kekê Gokhan Gultekîn ku li Hanaûyê hat qetilkirin, hat xwendin.

Gelek kesên ku li qada çalakiyê li hev civiyan, faşîzm û nijadperestî bi axavtin û pankart û dowîzan şermezar kirin. Bi sedan kes tev li çalakiyê bûn. Çalakger nêzîkê 5 km meşiyan û bi peyam û pankartan gihîştin qada Marîen Platz ku mîtîng lê hat lidarxistin. Gava meşê bêyî sekin dirûşmeyên “Hêj jî qetlîama nijadperest li Hanaûyê, têkoşîn li her derê“, “Bi hev re li dijî faşîzm û nijadperestiyê“, “Ne bi tenê li Hanaûyê, têkoşîn li her derê“, “Dîwaran li Ewropayê lê nekin – Jiyana mayînde ji bo her kesî“, “Sînoran li her derê vebikin – têlên hesinî biavêijn ser sergo“ û “Bijî piştevaniya navneteweyî“ hatin berzkirin.

Li ber pankartê li ser “Hanaû ne bi rasthatinî bû! Em ji bîr nakin!, Efû nakin!“ nivîsandî, find hatin vêxistin û gulên sor hatin rêzbirêzkirin. Dowîzên, navên qurbaniyên Qetlîama Hanaûyê li ser nivîsandî, hatin daliqandin. Her ku navê qetilkiriyekî/ê hat gotin, çalakgeran bi dengekê zêde dubare kir û baloneke reş ber bi hewayê ve kir. Di pey re li qadê “HANAÛ“ hat nivîsîn, findên rêzkirî hatin vêxistin; tevî wêneyên qetilkiriyan, çelenga ji gulên sor a li ser “Her der Hanaû ye/ Bibîranîn, têkoşîn e“ nivîsandî, li qadê hat danîn.

Di axavtinên li vir hatin kirin de, rexne li hiqûq û siyasetmedarên Elman hatin kirin û hat diyarkirin ku ji bo careke din bûyerên wiha neqewimin, polîsan tu tevdîr negirtine. 

Çalakiya ku saet di 15.00’an de dest pê bû, di 17.30’an de qediya.